UNAMI ji pêşveçûnên Silêmaniyê nîgeran e û ji aliyan dixwaze ku jiyana sivîlan nexin xeterê

Navenda Nûçeyan (K24) - UNAMI ji pêşveçûnên şevêdî yên Silêmaniyê nîgeran e û daxwazê ji hemî aliyan dike ku, li ser xwe bin û li ser jiyana welatiyên sivîlan nebin gef.
UNAMIyê îro (În, 22ê Tebaxa 2025ê) li ser rewşa Silêmaniyê daxuyaniyek weşand û amaje da ku, Şandiyê UNAMIyê ji pêşveçûnên dawiyê yên Silêmaniyê nîgeran e û sersaxiyê ji qurbaniyan re dixwaze.
UNAMIyê di daxuyaniya xwe de daxwaz ji hemî aliyan kir ku, li ser xwe bin û ji her kiryareka ku li ser jiyana sivîlan bibe gef dûr bikevin û rêzê li qanûnên mafên mirovan bigirin û pabendî qanûn û destûrê bin.
UNAMI statement on the developments in Sulaymaniyah
— UNAMI (@UNIraq) August 22, 2025
The United Nations Assistance Mission for Iraq (UNAMI) expresses its concern over the ongoing developments in Sulaymaniyah Governorate and regrets the loss of life and injuries resulting from the recent clashes.
UNAMI calls on…
Şer û pevçûnên di navbera hêzên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û hêzên Lahûr Şêx Cengî de şevêdî hatine destpêkirin û her zû Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzani jî ragihand, “Ev alozî û pevçûnên li Silêmaniyê diqewimin ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê dikin armanc.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêdivî jî dît ku, hemî alî xwe rabigirin û tavilê wan pevçûnan rawestînin û ciwanên vî welatî nekin qurbanî. Tekez jî kir ku, divê hemî pirsgirêk û nakokî bi rêyên qanûnî bên çareserkirin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê jî her îro di peyamekê de li ser rewşa Silêmaniyê tekez li ser serweriya qanûnê û parastina ewlehî û aramiya wî bajarî û parastina ser û malên welatiyan kir.