Qubad Talebanî: Em nahêlin xwîna şehîdên sepandina yasayê bi vala biçe

Navenda Nûçeyan (K24) – Qubad Talebanî tekezî li ser wê yekê kir, ew nahêlin xwîna şehîdên sepandina yasayê bi vala biçe. Herwiha got: "Tawanbar dê rûbirûyî cezayê yasayî bibin."
Qubad Talebanî îro 22ê Tebaxê di peyamekê de, sersaxî li malbatên qurbaniyên şer û pevçûnên îro yên berbangê yên Silêmaniyê kir. Di heman demê de, wî hêviya şifaya zû ji birîndaran re xwast.
Qubad Talebanî welatiyan piştrast dike û dibêje: "Em nahêlin xwîna şehîdên sepandina yasayê bi vala biçe û tawanbar dê rûbirûyî cezayê yasayî bibin."
Îro berbangê, di navbera hêzên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û hêzên Lahûr Şêx Cengî de şer û pevçûn derketin. Piştî ku sê endamên hêzên Yekîtiyê hatin kuştin û 19 kesên din birîndar bûn, Lahûr Şêx Cengî û birayê wî Polad hatin girtin.