Nêçîrvan Barzanî û Steven Fagin tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên Hewlêrê – Bexdayê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê ya li Iraqê Stephen Fagin kir. Di hevdîtinê de, pêwendiyên dualî, pirsa mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê û kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin gotûbêjkirin.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serok Nêçîrvan Barzanî duh 23ê Tebaxê pêşwazî li Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê, Balyoz Stephen Fagin kir.

Di hevdîtinê de, rewşa giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, pirsa mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê û herwiha pêwendiyên Amerîkayê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê hatin nirxandin.

Li gorî daxuyaniyê, herdu aliyan tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên Amerîkayê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê li ser bingeha berjewendiyên hevbeş kirin. Herwiha, li ser girîngiya çareserkirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi rêya diyalog û lihevkirinê hevnêrîn bûn.

Nêçîrvan Barzanî, ligel spasî û pêzanîna xwe ji bo rola Fagin di xurtkirina pêwendiyên welatê wî de, pesnê hewlên wî yên ji bo nêzîkkirina nêrînên Hewlêr û Bexdayê da.

Pêşhatên dawî yên li herêmê û çend mijarên din ên girîngiya hevbeş, mijareke din a hevdîtinê bû. Di hevdîtinê de Serokê Dîwana Serokatiya Herêmê, Sekreterê Encûmena Wezîran û Konsolê Giştî yê Amerîkayê yê li Herêma Kurdistanê jî amade bûn.

 
Fly Erbil Advertisment