Tuncer Bakirhan: Divê Komîsyon bi Ocalan re bicive
Wan (K24) – Dem Partiyê li Wanê mîtînga aştî û civaka demokratîk li dar xist. Di mîtîngê de welatiyan daxwaza pêkanîna aştiyê û çareseriya pirsa kurd kirin û xwedîlêderketinek bihêz bo zimanê kurdî hat nîşandan. Axaftvanan jî bang kirin ku bo pêşxistina pêvajoyê divê komîsyon bi Abdullah Ocalan re jî bicive.
Ji aliyê Dem Partiyê ve li Wanê di Parqa Mûsa Anter a Aştiyê de mîtîngek li dar xist. Di mîtîngê de Hevserokê DemPartiyê Tûncer Bakirhan, Hevserokê DBPê Keskîn Bayindir û Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad Gultan Kişanak axifîn û daxwaza çareseriya pirsa kurd kirin.
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got: “Divê komîsyon demildest bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk bîne, avakirina komîsyonê girîng û hêjaye lê divê êdî komîsyon li gel axaftinê gavên şênber jî biavêje. Ez bang li partiyên komîsyonê de ne dikim, werin her çiqas îdeolojiyên me cuda bin jî em bo aştiyê bibin yek. Em çareseriyek bi rûmet û wekheviyê dixwazin”
Di mîtîngê de nivîs û peyamên xwedîlêderketina nirxên neteweyî derketin pêş û bi taybetî derbarê rênedana zimanê kurdî de bertekên tund hatin nîşandan.
Welatî Mehmet Demîr: “Ji xwe bi salan e ev şer bo zimanê kurdî ye”
Welatî Behiye Dînçer: “Me divê dayîkên me bi zimanê kurdî bi zarokên xwe re biaxifin”
Welatî Emîne Aksoy: “Em bo aştiyê hatine”
Welatî Xecê Halat: “Înşallah ev mîtîng bibe ya aştî û dilxweşiyê”
Welatî Seyît Karker: “Hêviya me heye û înşallah xapandin çênebe”
Welatî Arîna Arî: “Ez bo Kurd û Kurdistanê hatime, ez ji Rojhilat hatime, ez ji Urmiyê hatime, Bijî Qasimlo bijî Mesûd Barzanî”
Di mîtînga Wanê de peyamên derbarê zimanê kurdî de derketin pêş û DemPartî dê îlonê de jî çalakiyên wisa li dar bixe.