Erdogan li Bedlîsê: Em di Proseya Aştiyê de nêzîkî armanca dawî ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê axivî û ragihand, ew di "proseya aştiyê" de gihîştine "rêyeke rast" û bi hinek sebir û hewldaneke din dê bigihîjin armanca xwe ya dawî. Erdogan herwiha tekezî li ser yekîtiya dîrokî ya Tirk û Kurdan kir û got, serkeftin bi hevgirtinê pêkan e.

Di axaftina xwe de, Erdogan bal kişand ser "proseya" heyî û peyameke girîng da û got: "Em gihîştine qonaxeke dawî û rêyeke rast. Bi hinekî din sebir, hewl û kedê, em ê vê rêyê biqedînin û bi hêsanî bigihîjin armanca xwe ya di proseyê de."

"Dema Kurd û Tirk bi hev re bin, serkeftin pêk tê"

Di beşeke din a axaftina xwe de, Serokkomarê Tirkiyeyê behsa hevgirtina gelan kir û got: "Dîrok tijî mînakên wan serkeftinan e ku me bi dest xistine, dema ku Tirk, Kurd û Ereb bi hev re sekinîne û ber bi armancên xwe yên hevpar ve gav avêtine." 

Herwiha soza parastina yekîtiyê da û got: "Em ê yekîtiya xwe biparêzin. Em ê eniya xwe ya navxweyî û biratiya xwe xurttir bikin û mil bi mil, li hemberî hemû êrîşên ku yekîtiya me dikin armanc, bisekinin."

Armanc: Tirkiyeyeke bêteror û bi aştî ye

Erdogan armanca xwe ya dawî wek avakirina "Tirkiyeyeke bêteror" pênase kir û got: "Em bi gavên bi bawerî û vîn, meşa xwe ya ber bi armanca Tirkiyeyeke bê teror ve didomînin, ku ev yek dijminên me nerehet û bêaram dike."

Serokkomarê Tirkiyeyê tekez kir, ew ê li ser vê rêyê ji aliyê ti kesî ve neyên xapandin û nekevin nav xefkan. Erdogan di dawiyê de got: "Em ê bi hev re Tirkiyeyeke geş ava bikin ku aştî tê de serwer be."

 

 
Fly Erbil Advertisment