Bihayên benzîn û mazotê li Tirkiyeyê zêde dibe

ناDiyarbekir (K24) - Zêdebûneke bihayên tê ku dê bandorê li ser xwediyên wesayîtan bike. Roja Çarşeme li Tirkiyeyê bihayên mazot û benzînê dê lîreyek û 30 kurîşan zêde bibe.
Zêdebûna bihayê petrola xav a Brent li Tirkiyeyê dibe sedema zêdebûna bihayên benzînê, ku dê li roja Çarşemê lîreyek û 30 kurîşan zêde bibe. Ev jî bandorê li ser bihayên çûyîn û hatinê heta bihayên xwarin û vexarinê dike.
Ji roja Çarşemê (27ê Tebaxa 2025ê) pê de, li Diyarbekirê lîtreya benzînê dê bi 55.03 kurîşan, mazot bi 54.46 kurîşan û gaza xwezayî jî bi 27.14 kurîşan bê firotin.
Pêştir jî zêdebûna bihayê petrola xav a Brent ji bo 73 dolaran li Tirkiyeyê bûbû sedem ku bihayên mazot û benzînê lîreyekê zêde bibin.
Bihayê gaza xwezayî jî ji 44 qurîşan hatibû zêdekirin û wê yekê jî bandor li ser bihayê çûyîn û hatinê û heta bihayê xwarin û vexarinê jî kiribû.