Rêveberê Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî: Tîma me gihîştiye Tehranê

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî şerê 12 rojî ya bi Îsraîlê re, yekem tîma pişknîna enerjiya atomî ya navdewletî gihîşte Îranê. 

Rêveberê Giştî yê Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî (IAEA) Rafael Grossi, di hevpeyvînekê de bi tora nûçeyan a Amerîkî 'Fox News' re ragihand, wan bi rayedarên Îranî re gotûbêj kirine ji bo hêsankirina karê tîmê, ji ber ku "gotûbêjek cidî bi Îranê re bêyî pişknîna santralên wan ên atomî zehmet e, her çend ev yek karekî dijwar be jî."

Li gorî nûçeyek Ajansa 'Associated Press' jî, pişknînên IAEAyê dê tenê wan santralan pişknîn bikin ku ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve nehatine bombekirin.

Araqçî: Îran Amade ye bi merc bi amerîkayê re danûstandin bike

Ev pêşhat di demekê de ye Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Araqçî di daxuyaniya xwe ya herî dawî de ragihandibû, welatê wî amade ye bi merc danûstandinên nerasterast bi Amerîkayê re li ser bernameya xwe ya atomî ji nû ve bide destpêkirin.

Araqçî tekez kir, Îran her dem ji bo danûstandinên dadperwer amade ye, lê mercê sereke yê Tehranê ew e ku Amerîka garantî bide ku di dema danûstandinan de ti êrişeke leşkerî li dijî Îranê pêk nayne.

Herwiha Araqçî hişyarî da û got: "Eger Amerîka bifikire ku tiştê ku bi rêya êrişên leşkerî bi dest nexistiye, dikare bi rêya danûstandinan bidest bîne, wê demê Îran amade nîne beşdarî danûstandinan bibe."

 
 
 
Fly Erbil Advertisment