Şandeke Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û şîrketên petrolê hefteya bê diçin Bexdayê

Navenda Nûçeyan (K24) - Şandeke Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û şîrketên petrolê dê hefteya bê serdana Bexdayê bikin, da ku mijara hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji bo bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê nîqaş bikin.

Endamê Komîteya Petrol û Gazê ya Encûmena Nûnerên Iraqê Sebah Subhî îro (Pêncşem, 28ê Tebaxa 2025ê) ji Kurdistan24ê re ragihand, “Şandek payebilind a Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û şîrketên petrolê dê li roja 2ê meha bê ku dibe roja Sêşemê biçin Bexdayê û dê bi rayedarên payebilind ên Wezareta Petrolê ya Iraqê û şîrketa SOMOyê re bicivin.”

Sebah Subhî herwesa got, “Armanca wê civînê ew e ku li ser ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrolê lihevkirinek çê bibe, ji ber ku heta niha hin şîrket ne amade ne ku bêyî peymaneke nivîskî hinardekirina petrolê ji nû ve bidin destpêkirin.”

Tê pêşbînîkirin ku, di civîna hefteya bê de lihevkirina dawiyê li ser hinardekirina petrolê bê kirin, ji ber ku hilberîna petrolê li Herêma Kurdistanê zêde bûye.

Şandeke Wezareta Petrolê û şîrketa SOMOyê hefteya borî pênc rojan li bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê hemî rêkarên teknîkî yên hinardekirina petrolê temam kirin û bi Tirkiyeyê re jî li ser hinardekirina petrola Kurdistanê lihevkirinek çê kir.

 
Fly Erbil Advertisment