Bi sedan derçûyên kolîjên bijîşkî li Bexdayê daxwaza damezrandinê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi dehan derçûyên kolîjên bijîşkî îro li navenda bajarê Bexdayê xwenîşandan kir û daxwaza damezrandinê û bicîhanîna Qanûna Hejmar 6 a sala 2000ê kir.

Medyaya Iraqê parve kiriye ku, nêzîkî 600 derçûyên şarezahiyên cuda cuda yên bijîşkî îro (Duşem, 1ê Îlona 2025ê) li Parka El-Umeyê xwenîşandan kir û ber bi Devera Kesk ve çûn.

Li gorî medyayê, wan xwenîşanderan daxwaza damezrandinê û bicîhanîna Qanûna Hejmar 6 a sala 2000ê kir, ku ew qanûn girêdayî damezrandina derçûyên kolîjên tenduristiyê ye.

Ev cara gelekê ye ku bi sedan derçûyên bijîşkî li beranberî Wezareta Tenduristiyê û Devera Kesk li Bexdayê xwenîşandanan dikin û daxwaza damezrandinê ji hikûmeta Iraqê dikin.

Ev jî di demekê de ye ku, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 1ê Îlona 2025ê) fermana damezrandinê ji bo derçûyên kolîjên bijîşkî yên zanîngehên Silêmanî, Hewler a Bijîşkî, Dihok, Zaxo, Koye, Germiyan û Kurdistanê derxist.

Li gorî ragihandineke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, kesên ku fermana damezrandinê jê re hatiye derxistin "775 derçûyên sala xwandinê ya 2023-2024ê ne, li ser mîlakê Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi navnîşan û mûçe û dermaleyên hejî û li ser dahata navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê”.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez jî kir, "Ev ferman ji ber hewcedariya zêde ya dezgehên tenduristiyê yên Herêma Kurdistanê bi xizmetên bijîşkî hatiye derxistin."

 
Fly Erbil Advertisment