Di çalakiya 1ê Îlonê de daxwaza çareseriya Pirsa Kurd hat kirin

Diyarbekir (K24) – Di Meşa 1ê Îlonê Roja Aştî ya Cîhanî de li Diyarbekirê peyamên aştiyê hatin dayîn. Beşdarên meşê amaje kirin ku pêvajoya çareseriya pirsa kurd divê vê carê bi aştiyeke mayînde encam bibe û bang hate kirin ku berpirsiyariya hemû aliyên pêvajoyê ew e ku zemîna aştiyê baş were parastin û ji bo vê yekê jî divê hemû alî ji peyam û gotinên neyînî dûr bikevin.

Bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştî ya Cîhanî li Diyarbekirê ji aliyê Dem Partî û Partiya Herêmên Demokratîk DBPê û hevgirtiyên wan ve çalakiyek hat li darxistin. Di çalakiyê de meşek girseyî hat li darxistin û meş jî ji ber girtîgeha berê ya Diyarbekirê ya ku tê de êşkenceyên giran li kurdan hatibûn kirin dest pê kir. 

Beşdarên meşê amaje kirin ku piştî pêvajoyek dijwar û gelek êş û azaran niha zemînek çareseriyê û aştiyê hatiye bidestxistin û bo aştiyek mayînde divê hemû alî li vê pêvajoyê xwedî derbikevin û bo serkeftina pêvajoyê jî daxwaza avêtina gavên şênber hat kirin. Beşdaran anîn zimên ku ji bilî aştiyek birumet çi rêyek din nîne.

Welatî Asiye Demîr: “Em dixwazin aştî zû çêbê û zarokên me jî bên berdan”

Welatî Emîne Aksoy: “Em aştiyê dixwazin, em şer naxwazin, vî şerî de dayîk mexdur bûn”

Welatî Hatîce Ozdemîr: “Em dixwazin ev meş meşa dawî be û meşa serkeftinê be.”

Welatî Hediye Çelîk: “Îro roja aştiyê ye, em dixwazin aştiyek xêrê were”

Welatî Ayşe Eden: “Em dixwazin ev xwîn bisekine û ev kuştin bisekine”

Hevserokên DemPartî û Partiya Herêmên Demokratîk DBPê Tulay Hatîmogullari û Keskîn Bayindir jî tevlî meşe bûn û piştî meşê jî amaje kirin ku divê komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk bîne û derbarê mafên rewa yên kurdan de jî pêdivî bi gavên yasayî heye.

Hevserokê DBPê Keskîn Bayindir got: “Em dixwazin li ser axa xwe bi awayeke azad bijîn, em dixwazin li ser axa xwe bi zimanê xwe bijîn, em dixwazin li ser axa xwe bi statuya xwe bijîn. Em daxwaza aştiyeke mayînde û demokratik dikin.” 

1ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanî rastî pêvajoya aştî û çareseriyê hat û ji ber wê peyam bi pirranî li ser pêkanîna aştiyê bû û hat amajekirin ku bo aştiyeke mayînde jî mercê sereke pêkanîna çareseriya pirsa kurd e.

 
Fly Erbil Advertisment