Li Efxanistanê Erdhej: Zêdetirî 800 kesan jiyana xwe ji dest da

Navenda Nûçeyan (K24) – Li rojhilatê Efxanistanê, di encama erdhejeke bihêz a bi pileya 6 a Rîxterê de ku şeva Yekşemê rû da, zêdetirî 800 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 2700 kesên din jî birîndar bûn. 

Li gorî Dezgeha Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) û berpirsên herêmî, navenda erdhejê 27 kîlometre li rojhilatê bajarê Celalabadê yê parêzgeha Nengerharê bûye û di kûrahiyeke nêzîkî rûyê erdê (8 kîlometre) de pêk hatiye. Tevî ku navend li Nengerharê bû, heta niha hejmara herî zêde ya qurbaniyan li parêzgeha cîran, Kunarê hatiye tomarkirin.

Erd derdora nîvê şevê hejiya û bi sed hezaran kes ji Kabulê heta Îslamabada li Pakistanê hejandin hîs kirin.

Yek ji welatiyên ku ji herêma Nurgal a Kunarê bi helîkopterê bo Celalabadê hatibû veguhestin, Zefer Xan Gucar, ji Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) re got: "Ode û dîwar bi ser jin û zarokan de hilweşiyan. Hinek di cih de hatin kuştin û hinekên din jî birîndar bûn." Wî welatiyê 22 salî wiha domand: "Cîranên me xizmên xwe ji dest dan. Lingê birayê min şikestiye."

Kefenên Spî û Operasyonên Rizgarkirinê

Wezareta Berevaniyê ragihand, ji saetên serê sibê ve, helîkopter ji Celalabadê, paytexta parêzgeha Nengerharê, rabûne da ku alîkariyê bigihînin û bi dehan kuştî û birîndaran veguhezînin. 

Peyamnêrên AFPê li balafirgeha Celalabadê ragihandin, bi sedan endamên hêzên ewlehiyê kefenên spî li helîkopteran bar dikirin. Wezaretê diyar kir ku 40 geştên asmanî ji bo gihandina alîkariyê û veguhestina qurbaniyan hatine pêkanîn.

Ji aliyê xwe ve, Berdevkê hikûmeta Talîbanê Zebîhullah Mucahîd di konferanseke rojnamevanî de li Kabulê ragihand, tenê li parêzgeha Kunarê 800 kes mirine û 2500 kes birîndar bûne. Herwiha li parêzgeha cîran Nengerharê 12 kes mirine û 255 kes birîndar bûne. Li gorî heman çavkaniyê, li parêzgeha Lexmanê jî bi dehan kes birîndar bûne.

Serokê Desteya Rêveberiya Karesatan a Kunarê, Îhsanullah Îhsan, ji AFPê re got: "Operasyonên lêgerînê hîn jî berdewam dikin û gelek kes di bin kavilên xaniyên xwe de mane, ji ber vê yekê em nikarin hejmareke teqez bidin." Wî herwiha got: "Dibe ku bîlanço paşê biguhere."

 
Fly Erbil Advertisment