SOMO: Sizayên Amerîkayê bandorê li hinardeya petrola Iraqê nakin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Giştî yê Rêxistina Bazarkirina Petrola Iraqê (SOMO) ragihand, sizayên ku Amerîka vê dawiyê li ser toreke qaçaxçîtiya petrolê sepandine, ti bandorekê li ser hinardekirina fermî ya petrola xam a Iraqê nakin. 

Di destpêka meha Tîrmehê de, Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê ragihand, wan siza danîne ser toreke qaçaxçîtiya petrola Îranê ku bi navê Iraqê kar dike. Li gorî daxuyaniya Amerîkayê, ev tor ji aliyê bazirganekî Iraqî yê bi navê Selîm Ehmed Seîd ve tê birêvebirin.

Derbarê vê yekê de, Rêveberê Giştî yê SOMOyê Elî Nîzar Şetrî daxuyaniyek da û got: "Ew sizayên ku ji aliyê Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê ve hatine derxistin, ne bi bender û hinardeya fermî ya petrola Iraqê ve, lê belê bi kesayetî û kompanyayên taybet ên veguhastinê ve girêdayî ne. Ji ber vê yekê, ti pêwendiya van kesan bi kompanya SOMO re nîne."

Şetrî herwiha tekez kir: "Em weke SOMO pabendî hemû rênima û biryaran in ji bo parastina samanên Iraqê."

Pêştir, Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de eşkere kiribû ku "toreke kompanyayan a ku ji aliyê bazirganê Iraqî Selîm Ehmed Seîd ve tê birêvebirin, herî kêm ji sala 2020an ve bi bihayê bi milyaran dolaran petrola Îranê dikire, bi petrola Iraqê re têkel dike û difiroşe."

Wezîrê Gencîneyê yê Amerîkayê Scott Besant gotibû: "Amerîka dê berdewam be di armancgirtina çavkaniyên dahata Tehranê de û dê zextên aborî ji bo têkdana çavkaniyên wê yên darayî zêdetir bike."

Ev mijar ne nû ye. Beriya niha Wezîrê Petrola Iraqê di hevpeyvîneke televîzyonî de ragihandibû, Îranê belgenameyên keştiyên xwe yên petrolê sexte kirine û navê Iraqê ji bo hinardekirina petrola xwe bikar aniye.

Wezîrê Petrolê herwiha piştrast kiribû, hikûmeta Iraqê Washington agahdar kiriye ku ew ji van barên petrolê ne berpirsiyar in û tekez kiribû ku "SOMO bi rêya peykên destî (satelayt) çavdêriya hemû barên xwe yên fermî dike."

 
Fly Erbil Advertisment