Şêniyên Enbarê pesnê xelkê Herêma Kurdistanê didin

Enbar
Enbar

Navenda Nûçeyan (K24) - Di salvegera rizgarkirina bajarên Enbarê de, xelkê Enbarê helwesta Herêma Kurdistanê bi bîr tîne, ku Bexdayê û parêzgehên din deriyên xwe li awareyan girtin, lê Herêma Kurdistanê ji bo xelkê Enbarê bû penagehek ewle. Niha jî ew hêvî dikin ku xelata Herêma Kurdistanê bê dan.

Herwesa li gel rizgarkirina bajarên Enbarê ji destên rêxistinên terorîst, xelkê wê parêzgehê helwesta Herêma Kurdistanê bi bîr tîne, ku canê yekîtiya neteweyî nîşan da, dema ku wan deriyên xwe li awareyan vekirin û alîkariyên mirovî û hawarhatinê pêşkêşî malbatên Enbarê kirin, ev jî qonaxa herî dijwar bû. Ev helwest ji bo awareyên bêguneh penageheke ewle bû û Herêma Kurdistanê kir, piştî ku Bexdaya paytext deriyê xwe li wan girt.

Welatiyekî bi navê Ebû Hemîd ji Kurdistan24ê re ragihand, “Herêma Kurdistanê hemî awareyên Enbarê hewandin, helwestên wan birûmet bûn, niha jî ew her wesa ne û divê em wan xelat bikin.”

Çalakvanê civaka sivîl Fuad Dilêmî jî got, “Di salvegera rizgarkirina Enbarê ji destê DAIŞê de, em spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ji ber ku xelk û aware hewandin. Em dê vê helwestê ji nifşekî bo nifşekî din ji hev re vegêrin. Bîra me hemiyan li nexweşiyên Pira Bizêbizê tê, dema ku rê li me hat girtin ku em biçin Bexdayê, tenê diviyabû kesek piştevanê te ba.”

Îro, tevî derbasbûna rûpelên êşê, ew wan destên alîkar ji bîr nakin ên ku di tengaviyan de ji wan re hatine dirêjkirin. Ew hêvî dikin ku Herêma Kurdistanê bi baştirkirina hevkariyê û têkiliyan di hemî astan de bê xelatkirin.

Ebû Hemze yê muxtar li Enbarê jî got, "Bi piştrastî ve helwestên Herêma Kurdistanê delîlên helwestên wan ên baş ên li hember Iraqiyan in, ji ber ku wan bi salan aware hewandin, ji ber ku piraniya parêzgehan deriyên xwe li Enbarê girtin û ev helwest ji hêla Herêma Kurdistanê ve hat tomarkirin.”

Dilsoziya Enbariyan ji bo birayên wan li Herêma Kurdistanê dê bi salan bi binecihî bidome, û peyama wan a mirovî piştrast dike.

 
Fly Erbil Advertisment