Erdogan: Em rê nadin dagirkeriyên nû û xêzkirina sînoran bi xwînê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, wek sedsal berê careke din tê xwestin li navçeyê sînor bi xwîn werin diyarkirin. Lê ew wek Tirkiyeyê rê nadin vê yekê û dagîrkeriyên nû. Erdogan got, salek berê wek projeya dewletê dest bi proseya aşitî kirine û baca vê yekê çibe jî ew jê venagerin. 

Erdogan îro 13ê Îlonê li Stenbolê di civîneke akademiya ser bi partiya xwe de bal kişand ser projeya ku ew wek "Proseya Tirkiyeyeke Bêteror" bi nav dike û got: "Salek berê wek projeya dewletê me dest bi proseya Tirkiye bêteror kir û bi heman biryardariyê em berdewam dikin. Di vê demê de me her hewleke têkdana proseyê vala derxist. Em bi sebir, hişyarî û ji dil proseyê gav bi gav birêve dibin."

Erdogan soza xwe ya ji bo avakirina yekîtiyeke navxweyî tekez kir û wiha axivî: "Em ê dîwarê di navbera miletê de hilweşînin û aştî, biratî û geşedanê ava bikin. Baca vê çi dibe bila bibe, êdî veger nîne."

Serokomarê Tirkiyeyê derbarê rewşa herêmê de nîgeraniya xwe anî ziman û got: "Li navçeya me careke din tê xwestin sînor bi xwîn û rondikên çavan bihêne xêzkirin. Lîstika dabeşkirin û rêvebirinê didome," wî got.

Erdogan wek çareserî banga biratiya gelan kir û wiha pê de çû: "Biratiya me dikare hemû lîstikan xera bike. Tirk, Kurd û Ereb, çawa ku hezar sal e em li gel hev jiyane, dîsa bi heman şêwazê wek bira em ê bijîn. Tu gumana min ji vê nîne."

Herwiha Erdogan bang li gelên cîran jî kir û got: "Em ji gelên derveyî sînorên xwe jî dixwazin bila rê nedin van lîstikan."

 
Fly Erbil Advertisment