Hewlêr.. Hejmareke mezin a madeyên hişber hat pûçkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberiya Giştî ya Asayîşê ya Hewlêrê ragihand ku, 571 kîlo û 446 gramên madeyên hişber ên cuda cuda pûç kirine û şewitandine, ku ji çend madeyên hişber ên cuda cuda pêk tên.
Birêveberiya Giştî ya Asayîşê ya Hewlêrê îro (Duşem, 15ê Îlona 2025ê) ragihand, “Di berdewamiya bizavên xwe ji bo berhingarbûna madeyên hişber û parastina civakê de, Komîteya Nehêlana Madeyên Hişber a Birêveberiya Giştî ya Asayîşê ya Hewlêrê li roja 14.09.2025ê 571 kîlo û 446 gramên madeyên hişber ên cuda cuda pûç kirin û şewitandin.”
Birêveberiya Giştî ya Asayîşê ya Hewlêrê herwesa got, “Ew madeyên hişber ên ku hatine pûçkirin ev bûn; Krîstal, Hêroyîn, Tilyak, Heşîş, Marîciwana, Tramadol, Krîstalê Şil û perçeyeke mafûrê ku bi madeyên hişber hatibû nixaftin.”
Birêveberiya navbirî amaje jî da, “Ev hejmara zêde ya madeyên hişber di dema borî de ji hêla Pişka Nehêlana Madeyên Hişber a Dihokê ve hatine bindestkirin û piştî temamkirina rêkarên qanûnî û wergirtina pileya binbir li dadgehê, biryara nehêlana wan hat dayîn.”
Di wê ragehandinê de hatiye, “Hejmara giştî ya dozên ku ji hêla dadgehê ve di navbera salên 2009 û 2025ê de hatine yekalîkirin û pileya binbirê wergirtiye 133 doz bûn. Ev jî nîşana cidîbûna dezgehên ewlehiyê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna tawanên têkildarî madeyên hişber de ye.”
Rêveberiya Giştî ya Asayîşê ya Hewlêrê piştrast jî kir ku, ew dê bizavên xwe yên ji bo nehêlana torên bazirganiya madeyên hişber bidomîne û daxwaz ji welatiyan jî kir ku, di vî erkê neteweyî de hevkariyê bikin û piştgiriyê bidin dezgehên ewlehiyê.
