Herêma Kurdistanê û Amerîka berdewam li ser çaksaziyên Wezareta Pêşmerge dicivin

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsên dezgehên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê û şandeke leşkerî û dîplomatîk a Amerîkayê tekezê li ser girîngiya biserxistina pêvajoya çaksaziyê ya hêzên Pêşmergeyan û pêdivîtiya yekgirtina wan kir.

Berpirsên hejmareke dezgehên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê û şandeke leşkerî û dîplomatîk a Amerîkayê îro (Sêşem, 16ê Îlona 2025ê) gereke din civînên xwe li Serokatiya Herêma Kurdistanê, ji bo nîqaşkirina pêvajoya çaksaziyê û rêxistina hêzên Pêşmergeyan, li dar xist.

Di wê civînê de, tekez li ser girîngiya biserxistina pêvajoya çaksaziyê ya hêzên Pêşmergeyan û pêdivîtiya yekgirtina wan hat kirin, herwesa pêngavên dawiyê yên wê pêvajoyê û qonaxên mayî jî hatin nîqaşkirin.

Her di wê civînê de, bizav û pêngavên hevpar ji bo lezandina wê pêvajoyê û çareserkirina astengiyên wê hatin tekîdkirin û dîtin û nerîn li ser berfirehkirina hevahengî û alîkariyên di navbera herdu aliyan de li hev hatin guhertin.

 

 
Fly Erbil Advertisment