Axios: Amadekarî ji bo hevdîtina Netanyahu û Şera tên kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî malpera Amerîkî 'Axios', Washington ji bo pêkanîna rêkeftineke ewlehiyê, zextê li Sûriye û Îsraîlê dike û di vê çarçoveyê de amadekarî ji bo lûtkeyeke di navbera Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera û Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû de tê kirin. 

Malpera Axios ji zarê çend berpirsên payebilind ên Îsraîlî ragihand, tîma Serokwezîrê Îsraîlê hewl dide hevdîtinekê ligel Ehmed Şeraorganîze bike û ew li benda bersiva aliyê Sûrî ne.

Wek gaveke amadekariyê ji bo rêkeftineke berfireh a ewlehiyê di navbera Şam û Tel Avîvê de, biryar e sibe du şandeyên Sûrî û Îsraîlî li paytexta Azerbaycanê, Bakuyê, bicivin. Tê gotin ku Amerîka zexteke mezin li her du aliyan dike, da ku bigihîjin rêkeftinekê.

Ev pêşhat di demekê de ye ku roja 16'ê Îlona 2025'an, Wezareta Derve ya Sûriyeyê di daxuyaniyekê de aşkere kiribû, Amerîka bi şêwirmendiya bi hikûmeta Sûriyeyê re, kar ji bo gihîştina lihevkirineke ewlehiyê bi Îsraîlê re derbarê başûrê Sûriyeyê dike. 

Daxuyaniyê tekez kiribû ku divê ev lihevkirin "nîgeraniyên ewlehiyê yên rewa" yên Sûriye û Îsraîlê li ber çavan bigire û di heman demê de serwerî û yekparçeyiya axa Sûriyeyê biparêze.

Ji aliyekî din ve, ajansa nûçeyan a 'France-Presse' ji zarê çavkaniyeke leşkerî ya Sûrî ragihand, "hêzên Sûriyeyê çekên xwe yên giran ji başûrê Sûriyeyê vekişandine." Li gorî heman çavkaniyê, ev prose ji berî du mehan dest pê kiriye.

 
Fly Erbil Advertisment