Fransa 13 jin û zarokan ji kampên li Rojavayê Kurdistanê vedigerîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Fransayê ragihand, wan 13 endamên malbatên DAIŞ'ê yên Fransî, ku ji 3 jin û 10 zarokan pêk tên, ji kampên li Rojavayê Kurdistanê vegerandine welatê xwe.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Fransayê, zarokên ku hatine vegerandin radestî saziyên çavdêriya civakî hatine kirin, her sê jin jî ji bo lêpirsînê radestî dezgehên dadweriyê hatine kirin.
Wezareta Navxwe ya Fransayê berê ragihandibû, ji sala 2016'an ve zêdetirî 650 welatiyên Fransî, ku 250 ji wan jin in, ji bo tevlîbûna rêxistina DAIŞ'ê çûne Sûriye û Iraqê.
Vegerandina van malbatan di demekê de tê ku kampên li herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de, bi taybetî Kampa Holê, wek metirsiyeke mezin a ewlehiyê tên dîtin. Kampa Holê ku dikeve başûrê parêzgeha Hesekê, yek ji mezintirîn kampên li herêmê ye û bi deh hezaran jin û zarokên çekdarên DAIŞ'ê yên biyanî û herêmî lê dimînin.
Ji ber hebûna îdeolojiya tundrew û metirsiya ji nû ve organîzebûna şaneyên razayî yên DAIŞ'ê di nava kampê de, gelek alî vê kampê wek "bombeyeke li ber teqînê" binav dikin.
Ji ber vê yekê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi berdewamî bang li civaka navneteweyî dike ku berpirsiyariya xwe bi cih bînin û welatiyên xwe ji van kampan vegerînin, da ku li welatên wan bên darizandin û çareseriyeke mayînde ji bo vê krîzê bê dîtin.