Wezîrê Çandê yê Sûriyeyê serdana Efrînê kir: Çand pirek e ji bo yekîtiya niştimanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Çandê yê Sûriyeyê Mihemed Yasîn Salih sardana Efrînê kir û di çarçoveya serdanê de beşdarî çalakiyeke folklora Kurdî û vekirina pêşangeheke hunerî û çandî bû. Wezîr Salih di axaftina xwe de jî tekez kir ku çand "pireke ji bo hevdîtinê û xurtkirina yekîtiya niştimanî ye".

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Encûmena Bajarê Efrînê ve hatiye belavkirin, Wezîrê Çandê û şandeya pê re ji aliyê Berpirsê Herêma Efrînê Mesûd Betal, Serokê Encûmena Bajarê Efrînê Mihemed Şêx Reşîd û hejmarek kesayetiyên çandî û îdarî ve hatin pêşwazîkirin.

Di çarçoveya serdanê de, çalakiyek ji bo folklora Kurdî hat lidarxistin û pêşangeheke huner û kelepûra gelêrî hat vekirin. Di pêşangehê de berhemên hunerî, karên destan û kelûpelên kelepûrî yên ku nasnameya çandî ya herêmê nîşan didin, hatin pêşandan.

Wezîrê Çandê Mihemed Yasîn Salih di axaftina xwe de destnîşan kir, Wezareta Çandê dê piştgiriya xwe ji bo destpêşxeriyên çandî li hemû herêmên Sûriyeyê bidomîne, ji ber wê baweriyê ku "çand pireke ji bo hevdîtinê û xurtkirina yekîtiya niştimanî ye."

Serdan wek beşek ji hewldanên Wezareta Çandê ji bo bihêzkirina binesaziya çandî û parastina kelepûra niştimanî ya Sûriyeyê hat dîtin.

 
Fly Erbil Advertisment