Hakan Fidan: Divê pirsgirêka hebûna YPGê li Sûriyeyê bê çareserkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê ragihand ku, divê pirsgirêka hebûna YPGê li Sûriyeyê bê rijandina xwînê bê çareserkirin.
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan di hevpeyvînekê de bi kanaleke Erebî re ragihand, “Gelek pirsgirêk li Sûriyeyê hene, yek ji pirsgirêkên sereke yên Sûriyeyê jî hebûna YPGê li wî welatî ye, ku bi hêz û çekan sêyeka axa Sûriyeyê dagir kiriye.”
Fidan herwesa got, "Dibe ku pirsgirêk li başûr û deverên peravê dîsa derkevin holê, lewma divê ev bi awayekî aştiyane, bêyî ku bibde sedema bêtir rijandina xwînê, û di nav çarçoveya pergalekê de bên çareserkirin, ku hemî kes wekî welatiyên wekhev li wî welatî bên naskirin.”
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan pêştir li roja Pêncşemê (7ê Tebaxa 2025ê) bi serdanekê gihîştibû Şama paytexta Sûriyeyê û bi Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera û Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî re civiyabû.
Hakan Fidan paştir ragihandibû ku ew dê ji bo rûbirûbûna terorê bi Sûriyeyê re alîkar bin û hevkarî û hevahengiyên di navbera wan de dê berdewam bin.
