Hewramanî: Di Kabîneya Nehem de bi 3.5 trîlyon dînaran rê hatine çêkirin û nûjenkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ragihand, di çarçoveya karên Kabîneya Nehem de, bi nirxê zêdetirî 3.5 trîlyon dînaran, bi giştî 5400 kîlometre rêyên nû hatine çêkirin û nûjenkirin.

Pêşewa Hewramanî îro 20ê Îlona 2025an diyar kir, Kabîneya Nehem hejmareke berçav a projeyên rê û banan, bi taybetî di warê çêkirin û nûjenkirinê de, cîbicî kiriye.

Projeyên Rêyan:

1. Rêyên Sereke (Derveyî Bajaran):

- Bi dirêjahiya 2681 kîlometreyan, rêyên sereke hatine çêkirin, nûjenkirin an jî qîrkirin.
- Xerciya giştî ya van projeyan gihîştiye 1 trîlyon û 32 milyar û 834 milyon dînaran.

2. Rêyên Gundan:

- 318 proje ji bo rêyên gundan hatine cîbicîkirin.
- Dirêjahiya giştî ya van rêyan 317 kîlometre bûye.

3. Rêyên Nav Bajaran:

- Di nava bajarên Herêma Kurdistanê de, 2168 proje hatine pêkanîn.
- Nirxê ku ji bo van projeyan hatiye terxankirin, zêdetirî 2 trîlyon û 40 milyar dînaran bûye.

Projeyeke Nû ya Stratejîk Tê Vekirin

Berdevkê hikûmetê herwiha amaje bi wê yekê kir ku karwanê avedaniyê berdewam e û weke mînak, îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî projeyeke din a stratejîk û girîng, ku ew jî rêya dualî ya Şêxan-Lalişê ye, vedike.

Hat destnîşankirin ku ev proje di demek kurt de û bi kalîteyeke bilind û standardên cîhanî hatiye temamkirin.

 
 
Fly Erbil Advertisment