Mesrûr Barzanî: Tevî qeyranan, em di cibicîkirina projeyan de ranawestin û berdewam dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 20ê Îlonê projeya stratejîk a rêya dualî ya Şêxan-Lalişê li parêzgeha Dihokê vekir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasîma vekirina rê de, gotarek pêşkêş kir û tekezî li ser anîna cih a sozan, girîngiya civaka Êzidî, û danûstandinên bi Bexdayê re kir û mizgîniya rêkeftineke nû derbarê mûçeyan de da.

"Me Soza xwe Anî Cih"

Serokwezîr Barzanî di destpêka axaftina xwe de got: "Salek berê em li vir bûn û me soz da we ku em ê rêya Şêxanê ya ber bi Laleşa pîroz ve bikin ducarî. Spas ji bo Xwedê, piştî salekê em vegeriyan û îro ji bo vekirina vê rêyê em li vir in."

"Êzidî Kurdên Resen in"

Derbarê pêgeha civaka Êzidî de, Serokwezîr tekez kir: "Xwişk û birayên Êzidî beşeke resen a Kurdistanê ne û weke ku Cenabê Serok Barzanî gotiye, Êzidî Kurdên resen in. Ji ber vê yekê, em bi ti awayî ji hev cuda nabin."

"Bila Hêzên Neyasayî ji Şingalê Derkevin"

Mesrûr Barzanî bal kişand ser rewşa Şingalê û got: "Gelek hewl tên dayîn ku xwişk û birayên me yên Êzidî ji Şingalê bên dûrxistin. Me gelek hewl da ku Rêkeftina Şingalê ligel hikûmeta federalî were cîbicîkirin, lê heta niha nehatiye kirin, ji ber ku hin hêzên neyasayî li bajêr hene. Em bang li hikûmeta Iraqê dikin ku pêngavên pêwîst bavêje û asankariyan bike da ku xwişk û birayên me yên Êzidî bi serbilindî vegerin Şingalê û cihên xwe yên din."

Mizgîniya Rêkeftinê li ser Mûçeyan

Di mijara bûdce û mûçeyan de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî mizgîniyek da û got: "Danûstandinên me bi hikûmeta federalî re berdewam in. Weke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, me ti carî astengî dernekirine û hemû pabendiyên xwe anîne cih. Weke ku ez hatime agahdarkirin, di danûstandinên dawî de, rêkeftinek di navbera kompaniyên berhemhîner ên petrolê yên li Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî de hatiye kirin. Ev derfeteke pir baş e ji bo nehîştina astengiyan."

Serokwezîr hêviya xwe anî ziman, di rojên pêş de ev rêkeftin bibe rastî û got: "Em hêvîdar in hikûmeta federalî jî pabendiyên xwe ji bo dayîna mafên darayî yên Herêma Kurdistanê cîbicî bike û êdî pirsa mûçeyan nebe manşeta nûçeyan."

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha destnîşan kir, tevî hemû krîzan jî, bi saya baweriya sektora taybet bi hikûmetê, wan di cîbicîkirina projeyan û xizmetkirina welatiyan de berdewam kirine.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment