Mesrûr Barzanî ji Dihokê: Jîngeha Kurdistanê mala me ye, pêwîst e bê parastin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 20ê Îlonê bi merasîmekê Parka Serhildan li Dihokê vekir. Piştî vekirinê jî Serokwezîr Barzanî gotarek pêşkêş kir ku tê de bal kişand ser girîngiya projeyên xizmetguzariyê û parastina jîngehê.

Di destpêka axaftina xwe de, Serokwezîr Barzanî spasiya amadebûyan kir û kêfxweşiya xwe ji bo vekirina parkê anî ziman, ku salek berê kevirê bingehê wê hatibû danîn. Wî destnîşan kir ku çend sal berê wî serdana taxa Baroşkê kiribû û hîs kiribû ku xizmetguzariyên têra vê beşê Dihokê nehatine kirin. 

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî, tevî ku şêniyên taxê ji aliyê madî ve ne dewlemend bin jî, "ew bi fikir û baweriya xwe, bi welatparêzî û xizmeta xwe gelek dewlemend in." Wî tekez kir ku gelek malbatên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman li vir dijîn û heqê wan e ku her cure xizmetguzarî ji wan re bê pêşkêşkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha pesnê kompanyaya cîbicîkar da ku di nava salekê de park temam kir. Aşkere kir jî, berê ev der cîhê pîşekarên otomobîlan bû, lê ji ber ku cîh ne guncaw bû, biryar hat dayîn ku cîhekî din ji pîşesaziyê re bê amadekirin û niha ew pîşekar li cîhên nû karê xwe didomînin. Parka Serhildanê niha bi taybetî ji bo şêniyên taxa Baroşkê û bi giştî ji bo xelkê Duhokê hat amadekirin û gelek xizmetguzarî tê de cih girtine, di nav de cîhên tenduristiyê, werzîşê û ji bo zarokan jî cihên lîstikê.

Mesrûr Barzanî diyar kir ku ev proje yek ji wan projeyan e ku dê berdewam bikin û ragihand, parkeke din jî li Alokayê tê çêkirin. Herwiha got: "ti minetek di vê de nîne, ev erka me ye, divê em xizmeta gelê xwe bikin." 

Herwiha tekezî li ser berxwedana gelê Kurdistanê kir û hêvî kir ku rojên xweşiktir li pêşiya wan bin û gelek projeyên din ên baştir dê li Dihokê û li hemû bajarên din ên Kurdistanê werin cîbicîkirin.

Di beşeke din a axaftina xwe de, Serokwezîr Barzanî bal kişand ser mijara parastina jîngehê û diyar kir, di du rojên serdana xwe ya li navçeyên wek Siwarêtûka, Zaxwîte, Sarseng, Amêdî, Şêxan, Şarya û Bendava Dihokê de, wî gelek bermahiyên li ser rêyan dîtine, ku ev yek li gorî çanda gelê Kurdistanê nîne.

Serokwezîr Barzanî bang li gelê Kurdistanê kir ku jîngeha xwe biparêzin û got: "Welatê me mala me ya mezin e û parastina wî welatî erka me hemûyan e." 

Herwiha daxwaz ji rayedarên herêmî û îdarî kir ku li dijî kesên ku jîngeha Kurdistanê qirêj dikin tedbîran bigirin û wan ceza bikin, ji ber ku "bi rastî nayê qebûlkirin ku ev welatê pîroz bihost bi bihost xwîna şehîdan li ser rijiya ye, bi vî awayî bê qirêjkirin."

Di dawiya axaftina xwe de, Serokwezîr Barzanî hêvî kir ku xwişk û birayên li Dihokê û li tevahiya Kurdistanê jîngeha xwe biparêzin da ku ew bikarin bêtir xizmeta wan bikin û gelek park û cîhên geştyarî yên din ava bikin. Wî ji nû ve pîrozbahî li vekirina Parka Serhildanê kir û got: "Hûn heqê gelek ji vê zêdetir in û heger Xwedê alîkar be, em ê di hemû tiştên ku ji destê me tê de, xizmeta we bidomînin. Her sax û silamet bin, Kurdistan her dem ava be."

 
Fly Erbil Advertisment