Desteya Mafên Mirovan: Tenduristiya Lahûr û Polad Şêx Cengî baş e

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke bilind a Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan serdana Girtîgeha Kanî Gomê ya li Silêmaniyê kir û bi awayekî cuda bi Lahûr Şêx Cengî û Polad Şêx Cengî re hevdîtin pêk anî. Li gorî daxuyaniya desteyê, rewşa tenduristiya girtiyan baş e, lê ew daxwaza yekalîkirina dozên xwe dikin.

Desteya Mafên Mirovan îro 21ê Îlonê di daxuyaniyekê de ragihand, Lahûr Şêx Cengî û Polad Şêx Cengî her yek bi tena serê xwe di odeyekê de girtî ne û rewşa tenduristiya hemû girtiyan bi giştî baş e.

Di daxuyaniyê de herwiha hatiye gotin, malbatên girtiyan dikarin serdana wan bikin, ji bo kesên ku parêzer xwastine parêzer hatiye dabînkirin û rê ji bo telefonkirina bi malbatên xwe re jî hatiye dayîn.

Hate destnîşankirin, zêdetirî 200 girtiyên ku di bûyerên Lalezarê de hatibûn girtin û berê li cem Dije-Terorê bûn, bo Girtîgeha Asayîşa Kanî Gomê hatine veguhestin.

Desteya Mafên Mirovan eşkere kir, dozên girtiyan ji dema bûyerên Lalezarê ve heta niha nehatine yekalîkirin, lewma girtî daxwaz dikin ku dozên wan bi rêya dadgehê û di demek diyarkirî de bên çareserkirin.

Bûyera Hotela Lalezarê

Hêzeke mezin a YNKê ku ji (Komando, Asayîş û Dije-Terorê) pêk dihat, şeva 21ê Tebaxa 2025an dor li mala Lahûr Şêx Cengî ya li hotela Lalezarê li Silêmanyê girtibû.

Berbanga roja Înê, 22ê Tebaxê, di navbera hêzên YNKê û hêza "Dûpişk" a ser bi Lahûr Şêx Cengî ve şer û pevçûn derketibûn. Piştî rûbirûbûneke tund a çekdarî ku çend saetan dirêj kir, 3 endamên hêzên YNKê hatibûn kuştin û 19 kesên din jî birîndar bûbûn. Di encamê de, Lahûr Şêx Cengî û birayê wî Polad hatibûn girtin.

 
Fly Erbil Advertisment