Serok Barzanî û Mendelawî hevahengiya hêzên siyasî û hilbijartinên Iraqê gotûbêj kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî û Muhsîn Mendelawî hilbijartinên dahatû yên Iraqê û hevahengiya hêz û aliyên siyasî gotûbêj kirin.

Serok Mesûd Barzanî îro 22ê Îlonê pêşwazî li şandeke Hevpeymaniya Esas a Iraqî bi serokatiya Muhsîn Mendelawî kir. 

Li gorî daxuyaniyeke ku ji aliyê Baregeha Barzanî ve hatiye belavkirin, di hevdîtinê de danûstandina nêrînan li ser rewşa giştî ya welat û amadekariyên ji bo hilbijartinên dahatû yên parlamentoyê hatiye kirin.

Di heman civînê de, her du aliyan tekezî li ser girîngiya hevahengî û hevkariya di navbera hêz û aliyên siyasî yên Iraqê de kirin, bi mebesta parastina aramî û seqamgiriya welat.

 
Fly Erbil Advertisment