Fransa bi awayekî fermî dewleta Filistînê nas kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Fransayê Emmanuel Macron di pêngaveke dîrokî de li navenda Neteweyên Yekgirtî ya li New Yorkê ragihand, welatê wî bi awayekî fermî dewleta Filistînê nas dike. Macron tekez kir ku ev pêngav ji bo şikandina zincîra tundûtûjiyê û vekirina rê li ber aştiyê ye.

Ev daxuyanî di gotareke Macron de hat ku îro 22ê Îlonê di civîna berdewamkirina karên Konferansa Navneteweyî ya ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Filistînê û cîbicîkirina çareseriya du-dewletî de pêşkêş kir.

Serokê Fransayê got: "Nasandina me ya dewleta Filistînê, rê li ber plana aştiyê vedike û zincîra tundûtûjiyê li herêmê dişkîne."

Macron herwiha da zanîn, welatê wî dê piştî berdana rehîneyan û gihiştina agirbestekê li Kerta Xezzeyê, balyozxaneya xwe li axa Filistînê veke.

Ev pêşketin rojekê piştî wê yekê tê ku duh her yek ji Brîtanya, Kanada, Awistralya û Portekîzê jî dewleta Filistînê nas kiribûn. Ev pêngav ji aliyê welatên Ereb ve bi germî hatibû pêşwazîkirin.

Bi biryara van pênc welatan, hejmara welatên ku dewleta Filistînê nas dikin gihişt 154an ji 193 welatên endamên Neteweyên Yekgirtî. Herwiha tê payîn ku di demeke nêzîk de ji aliyê Luksemburg, Malta, Belcîka û welatên din ve jî daxuyaniyên bi heman rengî werin dayîn.

Di navbera 28 û 30ê Tîrmeha borî de, civîna yekem a konferansa "Çareseriya Du-Dewletî" bi serokatiya Erebistana Siûdî û Fransayê û bi beşdariya Filistînê hatibû destpêkirin, da ku piştgirî ji bo nasandina navneteweyî ya dewleta Filistînê were komkirin.

 

 
Fly Erbil Advertisment