Rêveberê SOMOyê: Garantî bi şîrketên petrolê yên Herêma Kurdistanê hatiye dan

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberê Giştî yê Şîrketa SOMOyê piştrastî da şîrketên petrolê yên Herêma Kurdistanê û got, “Mafên darayî yên şîrketan dê bi rêya Banka Federal a Federalî ya Amerîkayê bên dayîn.” Herwesa got, “Hinardekirina petrolê dê saet 6:00 ê sibeha roja Şemiyê tê destpêkirin.”

Rêveberê Giştî yê Şîrketa SOMOyê Elî Nizar îro (În, 26ê Îlona 2025ê) di konferanseke rojnamevanî de got, “Wezareta Petrolê ya Federal, Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û şîrketên petrolê li ser mekanîzma hinardekirina petrolê bi rêya Bendera Cîhanê yê Tirkiyeyê gihîştin lihevkirineke berfireh û profesyonel.

Rêveberê Giştî yê Şîrketa SOMOyê herwesa ragihand ku, hikûmeta federal bi vê peymanê serbilind e ji ber ku ew lihevkirin di berjewendiya Herêma Kurdistanê û Iraqê de ye.

Elî Nizar di derheqa mîqdara hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de got, “Herêma Kurdistanê dê her rojê nêzîkî 240 hezar bermîlên petrolê bide destê şîrketa SOMOyê, herwesa her rojê dê 50 hezar bermîlên petrolê ji bo pêdivîtiyên navxweyî jî bi kar bîne.”

Navbirî her di derjeqa petrola Herêma Kurdistanê de tekez jî kir ku, Ewropa li şûna petrola Rûsyayê hewceyî petrola Herêma Kurdistanê ye, ew petrol dikare bazara Amerîkaya Bakur û ya Başûr jî vejîne.”

Rêveberê Giştî yê Şîrketa SOMOyê di derheqa dema destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de jî eşkere kir, "Petrola Herêma Kurdistanê dê sibe saet 6:00 ê sibehê bê hinardekirin, herwesa tiştek tune ku rêyê li ber pêkanîna vê peymanê bigire.”

Elî Nizar herwesa behsa Bendera Cîhanê ya Tirkiyeyê jî kir û amaje da ku, ew bender li ser Deryaya Spî ye û navenda bazara Ewropî ye.

Navbirî li ser danûstandinên ji bo bidestxistina vê lihevkirina hinardekirina petrolê de jî ragihand, “Nîqaş û civînan 30 mehan vekêşa, herwesa ev peyman qet çê nedibû heke danûstandinên profesyonel û avaker nehatiban kirin.”

Rêveberê SOMOyê li ser hûrguliyên wê peymanê bi şîrketên petrolê re jî axivî û got, “Me ji bo dayîna mafên darayî bi şîrketên petrolê re li hev kiriye û me piştrastî jî di wî warî de daye wan. Li gorî qanûnan, ev peyman dê şîrketan qerebû bike, herwesa ew dê 16 dolaran ji bo her bermîlekê werbigirin, mafên wan dê bi rêya Banka Navendî ya Amerîkayê bên dayîn.”

Elî Nizar eşkere jî kir, "Piştî vê qonaxê, Wezareta Petrolê ya Federal dê bi şîrketeke şêwirmendiya navneteweyî re peymanekê çê bike da ku xerciya hilberîn û veguhastina petrolê li her zeviyeke petrolê ya Herêma Kurdistanê ji nû ve binirxîne. Dema ku ew lihevkirin di wî warî de hat kirin, mafên darayî dê bi awayê silf bi şîrketên petrolê bên dayîn.”

Navbirî her di derheqa lihevkirina dubare destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de tekez kir, “Ev lihevkirin dê demkî nebe lê dê bibe bingeha têgihîştin û lihevkirineke demdirêj.”

Rêveberê SOMOyê di derheqa hinardekirina petrola Kerkukê de jîragihand, “Dema ku petrola Kerkukê ji bo hinardekirinê berdest bibe, bi piştrastî ve ew jî dê bi rêya boriya petrolê ya Iraq-Tirkiyeyê bê hinardekirin, û petrola Besrayê jî dê li paşerojê bi rêya wê boriyê bê hinardekirin.”

Elî Nizar di derheqa dahata petrolê de eşkere jî kir, “Dahata petrolê ya Herêma Kurdistanê dê bibe parek ji budceya Iraqê, herwesa bandora vê lihevkirinê dê li paşerojê diyar bibe, ji ber ku ew dê tenahiyê bi xwe re bîne û dê çend astengiyan jî û xasma jî di warê pirsa mûçeyan de di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de rake.”

 
Fly Erbil Advertisment