Xebata li ser projeya avê ya Goptepe-Çemçemalê berdewam e

Navenda Nûçeyan (K24) - Yek ji projeyên stratejîk ên kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê projeya avê ya Goptepe-Çemçemalê ye, ku ava vexwarinê ji bo şêniyên Çemçemalê û gundên derdora wê dabîn dike.

Projeya stratejîk a avê ya Goptepe-Çemçemalê li sala 2024ê hatiye destpêkirin û biryar e ku, di dema wê ya diyarkirî de bê temamkirin û ava vexwarinê ji bo 480 hezar kesan li Çemçemalê û gundên derdora wê dabîn bike.

Qayimqamê Çemçemalê Remik Remezan ji peyamnêra Kurdistan24ê Dalya Kemal re ragihand, “Zêdetirî 20% ji projeya avê ya Goptepe-Çemçemalê heta niha hatiye temamkirin. Ger pirsgirêka dabînkirina budceyê ji me re çê nebe, ew dê di dema xwe ya diyarkirî de, yanî li sala 2026ê, bê radestkirin.”

Qayimqamê Çemçemalê herwesa got, “Hewza avê ya Axçelerê bi şiyana vegirtina 1.000 metrên sêcarkî yên avê temam bûye, hewza 5.000 metreyî ya Tekê temam bûye û xebata li ser hewza 10.000 metreyî jî berdewam e. Herwesa xebata li ser hewza 20.000 metreyî ya Banê Meqanê jî berdewam e.

Budceya ku ji bo vê projeyê hatiye terxankirin 78 milyon dolar e û bi temambûna wê, krîza kêmaviyê li bajarkê Çemçemalê û gundên derdora wê dê çareser bibe.

 
Fly Erbil Advertisment