Mekanîzma dayîna xerciya hilberandina petrolê ji aliyê Bexdayê ve bo şîrketan hat eşkerekirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Herêma Kurdistanê (Apikur) xerciya hilberandina petrolê ji aliyê Bexdayê ve ji bo şîrketên endamên xwe eşkere kir û got, “Bexda ji bo xerciya veguhastina her bermîleke petrolê 16 dolaran dide şîrketan.”

Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Herêma Kurdistanê (Apikur) îro (Çarşem, 1ê Cotmeha 2025ê) li ser tora civakî ya Xê ragihand, “Hikûmeta Iraqê dê qerebûya xerciya hilberandin û veguhastina petrola Herêma Kurdistanê ji bo bendera Ceyhanê bi rêya şîrketa SOMOyê bike.”

Apikur amaje jî da ku, bazirganekî diyarkirî yê şîrketên navneteweyî dê wê petrolê bifroşe û dê mafên şîrketan di hesabê taybetî yê şîrketên navneteweyî de bi cîh bike. Ev yek jî dana dravan ji bo şîrketan misoger dike.

Apikur tekîd jî kir ku, Wezareta Darayî ya Iraqê dê ji bo xerciya hilberandin û veguhastina her bermîleke petrolê 16 dolaran bide şîrketan.

Hinardekirina Petrola Herêma Kurdistanê saet 6:00 ê serê sibeha roja Şemiyê (27ê Îlona 2025ê) hat destpêkirin. Ew mekanîzm jî bi vî rengî ye; Herêma Kurdistanê her rojê 190 hezar brmîlên petrolê bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê hinardeyî sûkên cîhanê dike.

Wezareta Petrolê ya Iraqê jî pêştir li roja Pêncşemê (25ê Îlona 2025ê) di ragihandinekê dde amaje dabû, “Me bi Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şîrketên petrolê re li ser dubare hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Cîhanê ya Tirkiyeyê li hev kir.”

 
 
 
Fly Erbil Advertisment