Li Zanîngeha Tehranê teqînek çê bû; kuştî û birîndar hene

Navenda Nûçeyan (K24) - Di encama teqînekê de li ezmûngeheke Zanîngeha Tehranê, kesek mir û du kesên din jî birîndar bûn.

Ajansa IRNAyê ya nûçeyan îro (Pêncşem, 2ê Cotmeha 2025ê) ji Berdevkê Rêxistina Agirkujiyê û Hawarhatinê ya Tehranê ragihand, “Îro saet 14:10 teqînek li ezmûngeheke Zanîngeha Tehranê çê bû û di encamê de kesek mir û du kesên din jî birîndar bûn.”

Serokê Rêxistina Agirkujiyê û Hawarhatinê ya Tehranê Celal Malikî jî ragihand, “Ew rûdan ji encama teqîna kepsûleke hîdrojenê li avahiyekî duqatî yê ezmûngeheke girêdayî Zanîngeha Tehranê çê bû.”

Serokê Rêxistina Agirkujiyê û Hawarhatinê ya Tehranê eşkere jî kir, “Ji bilî zirarên canî, gelek zirar gihîştiye dîwar û pencerên wî avahî jî.” Herwesa got, “Birîndar ji bo nexweşxaneyê hatin veguhastin û rewş niha di bin kontrolê de ye.”

 
Fly Erbil Advertisment