Dem Partî: Divê girtiyên siyasî bên azadkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Dem Partî daxwazê dike ku, hevserokên berê yên HDPê Selahattin Demirtaş û Figen Yoksadag li dû biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bên azadkirin, ku li roja 4ê Cotmeha 2016ê bi tohmeta tevlîbûna di doza Kobaniyê de hatibûn girtin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) îro (În, 3ê Cotmeha 2025ê) di ragihandinekê e daxwaza berdana hevserokên berê yên HDPê Selahattin Demirtaş û Figen Yoksadag kir.
Dem Partiyê herwesa amaje jî da ku, zindanîkirina herdu hevserokên berê yên HDPê bi rewşa niha ya navxweyî ya Tirkiyeyê re ne lihevhatî ye, ji ber ku hemî bizav tên kirin ku pêvajoya aştiyê bi ser bikeve û ewlehî û tenahiya Tirkiyeyê bê berqerarkirin.
Parêzerê Demirtaş Mahsun Karaman pêştir amaje dabû, “Ger Hikûmeta Tirkiyeyê heta 8ê vê mehê îtîraz neke, biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê li ser azadkirina Demirtaş dê yekalî bibe. Ew jivan jî dê ji bo îhtîmala azadkirina Demirtaş girîng be.”
Roja 8ê Cotmehê wekî jivanê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ji bo rayedarên Tirkiyeyê hatibû diyarkirin, ku Selahhatin Demirtaş azad bikin.
Hevserokên berê yên HDPê Selahattin Demirtaş û Figen Yoksadag li roja 4ê Cotmeha 2016ê bi tohmeta tevlîbûna di doza Kobaniyê de hatibûn girtin.
Doza Kobaniyê piştî xwepêşandanên berfireh ên ji bo piştgiriya bajarê Kobaniyê li Cotmeha 2014ê hat destpêkirin ku tundûtûjî jê peyda bûn. Demirtaş bi 42 sal û Figen Yuksekdağ jî bi 32 salên cezayê girtîgehê hatin cezakirin.
Her çend Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê sê caran daxwaza berdana Demirtaş kiriye jî, lê ew biryar hîn nehatiye bicihanîn. Tê payîn ku bi destpêkirina pêvajoya aştiyê û avakirina komîsyoneke parlementoyê ji bo pêşvebirina wê pêvajoyê re, hin girityên siyasî bên azadkirin û Demirtaş jî yek ji wan be.