Eniya Kurdistana Sûriyeyê: Paşguhkirina Newrozê berdewamiya siyaseta Beisê li Sûriyeyê ye

Navenda Nûçeyan (K24) - Eniya Kurdistana Sûriyeyê îro (Duşem, 6ê Cotmeha 2025ê) di ragihandinekê de nîgeraniya xwe ya zêde li ser biryara Serokatiya Komara Sûriyeyê ya hejmar 188 a sala 2025ê nîşan da, ku Cejna Newrozê wekî cejneke neteweyî ya Kurdan ji lîsta cejnên fermî derxistiye.

Eniya Kurdistana Sûriyeyê herwesa got, “Ev biryar delîleke eşkere ya berdewamiya siyaseta şovenîst a rejîma Beisê ye, ku bizav kir nasnameya gelê Kurd ji holê rake û dîrok, mafên wan ên neteweyî û çandî ji hole rake."

Eniya navbirî amaje jî da ku, fermînekirina Cejna Newrozê û berdewamiya li ser binavkirina 21ê Adarê wekî "Cejna Dayikan" berdewamiya eynî siyaseta rejîma berê ye, ku bizacv kir bi rêya vî navî sembola Newrozê ji holê rake û wateya wê bi semboleke çêkirî biguherîne.

Li gorî wê ragihandinê, Cejna Dayikan li Sûriyeyê di 13ê Gulanê de bû, lê 21ê Adarê Cejna Newrozê ye, ku divê li seranserê Sûriyeyê wekî cejneke neteweyî itîraf pê bê kirin.

Ew ragihandin herwesa tekez jî dike ku, divê itîraf bi Cejna Sersala Êzîdiyan (Çarşema Sor) wekî bêhnvedaneke fermî ji bo xûşk û birayên Êzidî bê kirin. Herwesa daxwaza mafê bêhnvedanê di vê rojê de ji wan re dike, wekî rêzgirtinek li pîrozî, statuya olî û rûhî ya vê bûyerê û li ser bingeha wekheviyê di navbera hemî civakên Sûriyeyê de û rêzgirtina li taybetmendiyên wan ên çandî û olî.

Eniya Kurdistana Sûriyeyê li wê bawerê ye ku, înkarkirina berdewam a mafên neteweyî, çandî û olî yên Kurdan îspat dike ku hikûmeta demkî ya nû ji çarçoveya siyasetên berê yên Beisê derneketiye, lê eynî rêya înkarkirina hebûna Kurdan û paşguhkirina êşên wan ên dîrokî dişopîne.

Ew ragihandin behsa serjimêriya awarte ya sala 1962ê dike ku, bi sedan hezar Kurd ji nasnameya Sûriyeyê hatin bêparkirin, herwesa siyasetên erebkirin û guhertina demografiyê ku deverên Kurdistana Sûriyeyê kirine armanc û heta niha jî şûnwarên wan mane.

Eniya Kurdistana Sûriyeyê li dawiyê jî haydariyê dide ku, paşguhkirina sembolên neteweyî û olî yên gelê Kurd, xasma Cejna Newrozê û Sersala Êzidiyan, dê xizmeta projeya nû ya Sûriyeyê neke ku her kes dixwaze. Itîrafkirina bi van bûyeran wekî ceribandineke rastîn tê hesibandin, da ku niyeta baş a axaftinên li ser Sûriyeyeke nû ku li ser bingeha wekhevî, rêzgirtina dualî û edaleta dîrokî ji bo hemî civakên welat bê selimand.

 
Fly Erbil Advertisment