Serok Barzanî û Heyder Ebadî pêşhatên Siyasî yên Iraqê gotûbêj kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 6ê Cotmehê pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Nesir, Heyder Ebadî kir.
Li gorî daxuyaniya Barageha Barzanî, di hevdîtinê de behsa pêşhat û guhertinên siyasî yên li Iraqê û navçeyê hate kirin. Herwiha, proseya hilbijartinên dahatû yên Encûmena Nûneran a Iraqê jî hate nirxandin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku her du alî li ser girîngiya hemahengiya di navbera aliyên siyasî yên Iraqê de hevnêrîn bûn.