Maria Corina Machado Xelata Nobelê ya Aştiyê wergirt

Maria Corina Machado
Maria Corina Machado

Navenda Nûçeyan (K24) - Xelata Nobelê ya Aştiyê hat ragihandin û pêşkêşî Maria Corina Machado hat kirin, ev di demekê de ye ku Donald Trump çend caran amaje dabû ku divê ew xelat pêşkêşî wî bê kirin.

Xelata Nobelê ya Aştiyê ya 2025ê îro (10ê Cotmeha 2025ê) pêşkêşî Seroka Opozîsyona Venezuelayê Maria Corina Machado hat kirin, wekî rêzgirtinek ji bo pabendbûna wê ya bênavber bi demokrasî û mafên mirovan li Venezuelayê. Ji ber xweragiriya wê ya li beranberî tepeserkirina siyasî, nasnavê "Xanima Polayî" li ser wê hatiye danan. Piştî gefên girtinê, ew zêdetirî salekê li sirgûnê bû.

Machado bi rêya Partiya Vente ya Venezuelayê serokatiya kampanyayekê ji bo hilbijartinên azad û dadperwerane kir û li dijî rejîma Nicolás Maduro derket.

Herwesa tevî qedexekirinê jî, wê berdewam welatî kom kirin û binpêkirinên hikûmetê eşkere kirin, wê yekê jî wesa kir ku ew bibe sembola serhildana aştiyane.

Ev xelat di demekê de tê ku, redkirina navxweyî û navneteweyî ya rewatiya Maduro piştî îdiayên sextekariyê di hilbijartinan de zêde dibe.

Xelata 11 milyon Kronî (nêzîkî 1.2 mîlyon dolaran) pêşkêşî Machado tê kirin, wekî rêzgirtinek ji bo bizavên wê yên berdewam ji bo pêşvebirina demokrasî û aştiyê.

Pêştir Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû ku, divê Xelata Nobelê ya Aştiyê pêşkêşî wî bê kirin ji ber ku wî kariye çend şerên mezin rawestîne.

 
Fly Erbil Advertisment