Şaxewan Ebdila: Em dê bi qanûnê Kurdbûna Kerkukê biparêzin

Şaxewan Ebdila
Şaxewan Ebdila

Navenda Nûçeyan (K24) - Kandîdekî PDKê li Kerkûk ji bo Encûmena Nûnerên Iraqê amaje da, “Hê jî şer li Bexdayê maye, rewş ji berê gelek dijwartir e, hin partî duhî di lîsta terorê ya Amerîkayê de bûn, lê îro kandîd ji bo Encûmena Nûnerên Iraqê hene.”

Karnavala bangeşeyê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) duhî (Şemî, 11ê Cotmeha 2025ê) li Kerkûkê hat lidarxistin û tê de Kandîdê PDKê li Kerkûk ji bo Encûmena Nûnerên Iraqê Şaxewan Ebdila di çarçobeya pêşkêşkirina gotarekê de soz da ku, li Bexdayê şagirdê rastîn ê rêbaza Barzanî be.

Şaxewan Ebdila herwesa got: “Hê jî şer li Bexdayê maye, rewş ji berê gelek dijwartir e. Hin partî duhî di lîsta terorê ya Amerîkayê de bûn, lê îro kandîdên xwe ji bo Encûmena Nûnerên Iraqê hene. Ew xelkê şovênîst ê ku dron ji bo Herêma Kurdistanê dişandin niha dixwazin biçin Encûmena Nûnerên Iraqê.”

Navbirî tekez jî kir: “Ew xelkê şovênîst ku diçin Encûmena Nûneran, di nav Encûmena Nûneran de jî destûrê nadin ku li gorî xwestên xwe qanûnan derbaz bikin.” Herwesa got: “Heta em li Bexdayê bin, tu kes nikare bi keyfa xwe mafên Herêma Kurdistanê binpê bike, belkî em dê cezayên qanûnî bidin wan.”

Wî kandîdê PDKê ji bo Encûmena Nûnerên Iraqê herwesa ragihand:
“Em dê li Encûmena Nûneran Kurdistanîbûna Kerkûkê bi qanûnê biparêzin.”

Şaxewan Enbila eşkere jî kir: “Berî sê salan, li wî cihê ku niha em bangeşeya hilbijartinan lê dikin, bacer û zirxiyên leşkerê Iraqê lê bûn, lê wekî ku me soz dabû, me alaya Kurdistanê li nav Kerkûkê bilind kir û me leşkerê Iraqê paşve bir.”

Navbirî di dawiyê axaftinên xwe de eşkere jî kir: “Em şagirdên dibistana rêbaza Barzanî ne û em ji tu hêzekê natirsin. Her sozeka ku me dabe jî, me bi kiryar bi cih aniye.”

Ev karnavala cemawerî ya mezin wek destpêkeke bihêz ji bo bangeşeya hilbijartinan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Kerkûk tê hesibandin, ku hejmareke zêde ya alîgir û dengderên wê partîyê tevlî wê bûn.

 
Fly Erbil Advertisment