Hêmin Hewramî: Ji bo PDKê, Kurdistan stratejî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî ragihand, PDK di dîrokê de rûbirûyî gelek gef û guvaşan bûye, lê ti carî neşikestiye. Herwiha tekez kir jî, proseya siyasî ya Iraqê bêyî PDKê, proseyeke ne temam e.
Hêmin Hewramî îro 12ê Cotmehê di beşdariya di bernameya "Basî Roj" a K24 de got: "Îro PDKê bi awayekî fermî dest bi bangeşeya xwe ya ji bo xula şeşem a Parlamentoya Iraqê kir. Pêşxistina dema bangeşeyê ji bo me nebû pirsgirêk, ji ber ku PDK her dem ji bo hilbijartinan amade ye."
"PDK nûnertiya doza rewa ya gelê Kurd dike"
Hêmin Hewramî anî ziman: "Ji dema ku PDK hatiye damezrandin ve, nûnertiya doza rewa ya gelê Kurd dike. Dîrokê çespandiye ku her dema ku xwastine Kurdan bişkînin, mebesta wan ew bûye ku PDKê bişkînin. Di qonaxên cuda yên dîrokê de, bi taybetî ji aliyê hikûmetên li pey hev ên Iraqê ve, PDK rûbirûyî gelek gef û guvaşan bûye, lê ti carî neşikestiye."
Herwiha Hewramî destnîşan kir, "ji bo PDKê, Kurdistan stratejî ye û partî amûr e, lê li cem hinek partiyên din ev yek berevajî ye."
"Iraq ber bi hilweşînê ve diçe"
Endamê Polîtburoya PDKê amaje bi wê yekê kir ku Iraqê her dem Kurd weke hevbeş qebûl nekiriye û got: "Eger Iraq li ser sê prensîbên (lihevkirin, hevbeşî, hevsengî) neyê birêvebirin, dê ber bi hilweşînê ve biçe. Em meydana siyasî ya Iraqê ji bo kesî vala nakin û berpirsiyariyeke mezin li ser milê PDKê heye."
Hewramî her wiha yasaya hilbijartinê ya Iraqê rexne kir û got: "Ev yasa ne dadperwerane ye. Parlamenterek li parêzgeheke wekî Zîqarê bi kêmtirî 3 hezar dengan dibe parlamenter, lê li parêzgeheke wekî Duhokê pêwîst e 40 hezar dengan bîne da ku ser bikeve."
Pirsa Kerkûkê û Kabîneya Nû ya Herêmê
Hêmin Hewramî da zanîn, wan ji bo vê hilbijartinê daxwaz kiriye ku li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê bi yek lîsteyê beşdar bibin û got: "Hemû hewldana me ew e ku careke din erebkirin li Kerkûkê rû nede."
Derbarê pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, Hewramî got: "Pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikeve piştî hilbijartinên Iraqê." Ev yek jî bi YNKê ve girê da û got: "Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê naxwaze (berî hilbijartinên Iraqê kabîne were avakirin), ji ber ku piştî hilbijartinên Iraqê bi dehan senaryoyên nû tên holê."
Di dawiyê de, Hêmin Hewramî karê Kabîneya Nehem bilind nirxand û got: "Serokwezîr Mesrûr Barzanî xweragir bû û karî Herêma Kurdistanê ji gelek tengasiyan rizgar bike. Derengketina pêkanîna kabîneya nû şermezarî ye."