Parêzgarê Şirnexê rola Serok Barzanî di pêşxistina proseya aştiyê ya li Tirkiyeyê de bilind nirxand

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 13ê Cotmehê pêşwazî li şandeyeke parêzgeha Şirnexê bi serokatiya Parêzgar Birol Ekici kir. Di hevdîtinê de, Parêzgarê Şirnexê spasiya rola Serok Barzanî di proseya aştiyê ya Tirkiyeyê de kir û daxwaza berdewamiya piştgiriya wî ji bo vê proseyê kir.
Di hevdîtinê de, Parêzgarê Şirnexê pêzanîna xwe bo rola Serok Barzanî ya di pêşxistina proseya aştiyê ya li Tirkiyeyê de anî ziman û amaje bi aliyên erênî yên vê proseyê kir.
Parêzgarê Şirnexê bi awayekî fermî daxwaz kir ku Serok Barzanî di piştgiriya xwe de ji bo proseya çareseriya aştiyane ya li Tirkiyeyê berdewam be.
Mijareke din a hevdîtinê, pêşxistina pêwendiyên çandî, aborî û bazirganî yên di navbera parêzgeha Şirnexê û Herêma Kurdistanê de bû, bi taybetî jî bi parêzgeha Hewlêrê re. Di vê derbarê de, tekezî li ser xurtkirina hevkariyê di navbera herdu aliyan de hat kirin.
Parêzgarê Şirnexê pesnê rola Serok Barzanî ya di pêşxistina proseya aştiyê ya li Tirkiyeyê de da.