Dawûd Silêman: Em spasiya piştevaniya Mesrûr Barzanî ya ji bo Zanîngeha Dihokê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî, merasîma xula 30emîn a derçûna xwendekarên Zanîngeha Dihokê birêve çû. Di merasîmê de ku 4,547 xwendekar bawernameyên xwe wergirtin, Serokê Zanîngehê Dr. Dawûd Silêman, spasiya piştevaniya Serokwezîr kir û mizgîniya projeyeke girîng a ji bo standardkirina zimanê Kurdî (Kurmancî) da.

Îro Duşemê, 13ê Cotmeha 2025an, Serokê Zanîngeha Dihokê, Dr. Dawûd Silêman, di gotara xwe de got: "Amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî nîşana piştevaniya we ya ji bo zanîngeha me û ji bo ciwan û xortên devera me ye. Îro 4,547 xwendekar bawernameyên xwe werdigirin. Derçûna xwendekarên me hemdem e bi guhertinên bilez ên aborî, teknolojî û zîrekiya destkird re."

Dr. Dawûd Silêman destkeftiyên zanîngehê di çar salên borî de anî ziman û got: "Hejmarek kar û projeyên girîng li zanîngeha me hatine kirin, weke avakirina çendîn avahiyan, vekirina beşên nû û çêkirina avahiya nû ya Serokatiya Zanîngeha Dihokê, ku ji xizmetên herî diyar bûn ku Serokê Hikûmetê pêşkêşî me kirine."

Projeyeke Stratejîk: Standardkirina Kurmancî

Serokê Zanîngeha Dihokê çend projeyên pêşerojê jî eşkere kirin û got: "Vekirina klînîkeke taybet ji bo çareserkirina kesên ku bi madeyên hişbirê ketine û beşdarbûna xwendekar û mamosteyên me di gelek konferansên navdewletî de. Yek ji projeyên me ku dê di sala 2026an de bi dawî bibe, serpereştiya amadekirina rêbernameyekê ye bi navê 'Rastnivîsîna Zimanê Kurdî – Zaravê Kurmancî', ku ev yek ji bo standardkirina zimanê Kurdî ye."

Dr. Dawûd Silêman herwiha daxwaz ji Serokê Hikûmetê kir ku pirsgirêka kêmbûna avahiyan li nav Zanîngeha Dihokê çareser bike û alîkariya wan bike ji bo wergirtina hejmareke zêdetir a xwendekaran di beşên pizîşkî û perestariyê de.

Zanîngeha Dihokê di sala 1992an de hatiye damezrandin û ji 19 kolejan û 99 beşan pêk tê. Zêdetirî 2,500 mamostayên bi pile û payeyên cuda yên zanistî li zanîngehê kar dikin û hejmara giştî ya xwendekaran digihîje 24 hezarî. Her wiha, pirtûkxaneyeke mezin a zanîngehê heye ku zêdetirî 250 hezar pirtûkên cuda li xwe digire û pêwendiyên wê bi 50 zanîngeh û rêxistinên cîhanî re hene.

 
Fly Erbil Advertisment