Dîdara Sêyê ya Edebê Jinan li Dihokê berdewam e

Wêne: Birêvebiriya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerî ya Dihokê
Wêne: Birêvebiriya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerî ya Dihokê

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêvebiriya Çalakiyên Wêjeyî ya Birêvebiriya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerî ya Dihokê Dîdara Sêyê ya Edebê Jinan li Dihokê li dar dixe.

Birêvebiriya Çalakiyên Wêjeyî ya Birêvebiriya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerî ya Dihokê duhî (Duşem, 13ê Cotmeha 2025ê) Dîdara Sêyê ya Edebê Jinan li Hotela Jiyanê ya bajarê Dihokê da destpêkirin û îro jî berdewam e.

Dîdara Sêyê ya Edebê Jinan li Dihokê îsal bi piştevaniya Parêzgerê Dihokê Elî Teter û li jêr drûşmê Avakirina Hiziran û Firîna Hestan di Asmanê Edebiyatê de tê lidarxistin.

Dîdara Sêyê ya Edebê Jinan li Dihokê îsal mêvandariya nêzîkî 30 vekolerên jin û mêr dike. 25 jin ji helbestvan û vekoleran ji her çar parçeyên Kurdistanê tevlî wê bûne, lê piraniya wan ji zanîngehên Herêma Kurdistanê bi xwe ne.

Çalakiyên vê dîdarê li ser pênc panelan hatine lêkvekirin, ji wan jî pêşkêşkirina mijar û vekolanên cuda cuda û pêşkêşkirina helbestan ji aliyê deh jinan ve. Li dawiya wan panelan jî, xelat li ser kesên tevlîbûyî hatin belavkirin.

 

 
Fly Erbil Advertisment