Tirkiyeyê asmanê welatê xwe bo geştên asmanî yên Balafirxaneya Silêmaniyê vekir

Navenda Nûçeyan (K24) - Geştên asmanî yên di navbera balafirxaneyan welatê Tirkiye û Balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê li başûrê Kurdistanê de ji nû ve hatin destpêkirin.

Balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê îro (Çarşem, 15ê Cotmeha 2025ê) ragihand ku, Desthilata Balafirvaniya Şaristanî ya Tirkiyeyê haydariya NOTAMê ji ser malpera cîhanî ya belavkirina haydarînameyên elektironî rakiriye.

Balafirxaneya navbirî amaje jî da ku, Desthilata Balafirvaniya Şaristanî ya Tirkiyeyê asmanê welatê xwe û geştên asmanî ji bo Balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê asayî kirin.

Balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê vê yekê li geştyar û welatiyên me pîroz dike û bang li hemî hêlên asmanî kir ku, xişteyên geştên xwe ji bo Tirkiye û welatên Ewropa û cîhanê rêk bixin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li roja Pêncşemê (9ê Cotmeha 2025ê) li Enqereyê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re civiya û li ser daxwaza Nêçîrvan Barzanî û razîbûn û emrê Erdogan dorpêça li ser Balafirxaneya Silêmaniyê hat rakirin.

Ev rawestandin li roja 3ê Nîsana 2023ê hatiye destpêkirin û ji wê demê ve gelek caran hatiye dirêjkirin. Hikûmeta Tirkiyeyê ev biryar bi nîgeraniyên ewlehiyê ve girê dida.

Biryara Tirkiyeyê ne tenê geştên asmanî yên rasterast di navbera Silêmaniyê û bajarên Tirkiyeyê de rawestandibûn, lê bandor li ser wan geştan jî hebû yên ku asmanê Tirkiyeyê wekî rêya veguhertinê bi kar tînin da ku bigihîjin welatên din.

Berpirsên payebilind ên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji wan jî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, gelek caran bizav kiribû ku ev pirsgirêk bi berpirsên Tirkiyeyê re çareser kiriba, lê danûstandinên wan tu encameke berçav nebûn.

 
Fly Erbil Advertisment