Dana Gas: Hilberîna Gazê li Projeya Kormor 250, bi rêjeya sedî 50 zêde bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Kompaniya Dana Gasê ragihand, wan projeya Kormor 250, beriya dema wê ya diyarkirî bidawî aniye û bi vê yekê, şiyana hilberîna gazê li Kêlgeha Kormorê bi rêjeya %50 zêde bûye. Ev pêngav dê alîkariyeke mezin bide dabînkirina elektrîkê ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê.

Kompaniya Dana Gasê îro 15ê Cotmehê di daxuyaniyekê de eşkere kir, wan projeya Kormor 250 beriya dema xwe ya diyarkirî bi dawî aniye. Dana Gaz, ku mezintirîn kompaniya taybet a gaza xwezayî li Rojhilata Navîn e, bi hevkariya Kompaniya Newta Hilal re, destpêkirina firotina bazirganî ya gazê ji projeya Kormor 250 li Herêma Kurdistanê ragihand.

Projeya Kormor 250, heşt meh beriya dema xwe ya diyarkirî temam bû û dê rojane nêzîkî 250 milyon ling sêca (standard cubic feet) li şiyana hilberînê zêde bike, ku ev yek bi qasî %50 zêdebûneke girîng e. Bi vê yekê, şiyana giştî ya Kêlgeha Kormorê digihîje 750 milyon ling sêca.

Dana Gasê amaje bi wê yekê jî kir ku ev berfirehkirin dê bibe sedema bilindkirina şiyana hilberîna elektrîkê, piştgirîkirina geşepêdana pîşesaziyê li Herêma Kurdistanê û herwiha dê projeya "Ronakî" ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina elektrîka 24 saetî bihêztir bike. Ev pêngav dê ji bo dabînkirina elektrîkê ji parêzgehên din ên Iraqê re jî bibe alîkar.

Hate diyarkirin, bihayê giştî yê veberhênana projeyê 1.1 milyar dolar bûye û projeyê zêdetirî 10 hezar derfetên kar ên rasterast û nerasterast peyda kirine, ku ev yek wê dike yek ji mezintirîn projeyên binesaziyê yên sektora taybet li Iraqê di salên dawî de.

Rêveberê Cîbicîkar ê Kompaniya Nefta Hilal û Rêveberê Cîbicîkar ê Dana Gasê Mecîd Cefer got: "Temambûna projeya Kormor 250 beriya dema diyarkirî destkefteke girîng e ji bo her du kompaniyan. Ev belgeyeke bihêz e li ser pabendbûna me bi Herêma Kurdistanê re û şiyana me ya ji bo sûdwergirtina ji çavkaniyên enerjiyê yên Herêmê. Em ê ji bo pêşxistina xizmetguzariyan û dabînkirina enerjiya paqij û berdewam ji bo herêm û Iraqê berdewam bin."

Cefer herwiha spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û got: "Em spas û pêzanîna xwe ji bo piştgiriya mezin a Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar dikin, ku me karî li hember astengiyan bisekinin û karê xwe di tevahiya qonaxên projeyê de biparêzin."

 
Fly Erbil Advertisment