Ahmet Turk: Gotegotên ku dibêjin Ocalan azadiya Demîrtaş naxwaze derew in

Navenda Nûçeyan (K24) – Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk gotrgotên ku dibêjin Rêberê PKKê Abdullah Ocalan azadiya Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş naxwaze, red kir û got ku di nava gel de derbarê pêvajoya aştiyê de fikarek heye û divê gavên li gorî naveroka pêvajoyê werin avêtin.
Ahmet Turk di hevpeyvîneke ligel Ajansa Mezopotamyayê (MA) de, derbarê pêvajoya aştiyê de axivî û got: "Piştî salên dûr û dirêj, Ocalan deriyekî nû ji serdemeke nû re vekir da ku pirsgirêk bi rêbazên demokratîk û diyalogê werin çareserkirin. Em dizanin ku divê ev kar bi sebir were meşandin."
"Îdia hewldanek ji bo hilweşandina pêvajoyê ye"
Ahmet Turk îdiayên derbarê Ocalan û Demîrtaş de wek hewldanek ji bo "hilweşandina pêvajoyê" binav kir û got: "Qet tiştekî wisa ne hatiye axaftin, ne hatiye nîqaşkirin, ne jî tiştekî wisa heye. Ocalan ji bo azadiya hemû siyasetmedarên ku di têkoşîna Kurd de ked dane, hewl dide. Yên ku dixwazin vê yekê bi kar bînin, dixwazin di navbera Kurdan de şer, perçebûn û nîqaşan derxînin. Em ji vê yekê haydar in."
“Hikûmet fersenda ku DMME daye wê, jidest dide”
Turk bal kişand ser nakokiyên di helwesta hikûmetê de û got: "Hikumeteke ku li dijî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî derdikeve heye. Fersendek derketiye holê, DMME daxwaza berdana birêz Selahattîn Demîrtaş dike, lê hûn li ber xwe didin. Ev nakokî serê mirovan tevlihev dikin. Bi eşkere bibêjim, serê min bi xwe jî tevlihev e."
Herwiha diyar kir ku hikûmet bi vê helwesta xwe fersenda ku DMME daye wê, ji dest dide û ev yek jî dibe sedema rexne û pirsyaran ji aliyê gel ve.
Banga diyalogê ligel Rojavayê Kurdistanê
Ahmet Turk amaje bi girîngiya diyaloga di navbera Kurdan de kir û behsa serdana xwe ya dawî ya ji bo Herêma Kurdistanê kir ku bi germî ji aliyê PDK û YNKê ve hatiye pêşwazîkirin.
Turk herwiha bang li dewleta Tirk kir ku bi aktorên siyasî yên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê re diyalogê deynin û got: "Divê hin gavên ji bo qezenckirinê werin avêtin. Dema ev nayên dîtin, di nava Kurdan de nîgeraniyek çêdibe."
Di dawiya axaftina xwe de, siyasetmedarê Kurd tekez kir ku divê dewlet zelal be û gavên li gorî "ruha pêvajoyê" biavêje, da ku nîgeranî nemîne û got: "Lê wekî we jî got, di nava gel de nîgeranî û bêbaweriyek heye. Ji bo rakirina vê bêbaweriyê, pêwîstî bi siyaseteke eşkeretir heye."