Amnesty: Îranê rekora sêdaredanê şikand; îsal zêdetirî 1000 kes li sêdarê dane

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Lêborînê ya Navneteweyî (Amnesty International) di rapora xwe ya herî nû de ragihand, ji destpêka îsal ve, Komara Îslamî ya Îranê zêdetirî 1000 kes li sêdarê dane. Ev amar di 15 salên dawî de asta herî bilind a sêdaredanê ye ku ji aliyê rêxistinê ve hatiye tomarkirin.

Amnesty bang li desthilatdarên Îranê kir ku demildest sêdaredanê rawestînin û peyamek arasteyî welatên cîhanê kir, da ku zextê li ser Taranê bikin. Rêxistinê bibîr xist ku di 29ê Tebaxa îsal de jî hişyarî dabû ku "di nîvê yekem ê salê de hejmara sêdaredanan bi awayekî berbiçav zêde bûye."

Li gorî raporê, desthilatdarên Îranê cezayê sêdarê wek hincetek ji bo "parastina asayîşa neteweyî" bi kar tînin. Bi taybetî piştî şerê 12-rojî yê di navbera Îsraîl û Îranê de, heta niha 8 kes bi tohmeta "sîxuriya ji bo Îsraîlê" hatine sêdaredan.

Yek ji van kesan Babek Şehbazî bû, ku di 15ê Îlonê de bi heman tohmetê cezayê sêdarê lê hatibû birîn. Amnesty diyar kir ku Şehbazî, "berî sêdaredanê di zindana yekkesî de di bin zexteke giran de bûye, da ku bi darê zorê li xwe mikur bê ku sîxurî ji bo Îsraîlê kiriye." 

Rêxistinê tekez kir ku "dadgehên Îranê ne serbixwe ne û bi awayekî nedadperwer cezayên giran wek sêdaredanê didin."

"Divê civaka navneteweyî zextê bike"

Rêvebera Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê li Rêxistina Lêborînê ya Navneteweyî Heba Morayef, bikaranîna cezayê sêdarê wek "karekî nefret" bi nav kir û got: "Divê civaka navneteweyî demildest zextê li desthilatdarên Îranê bike da ku sêdaredanê rawestînin û ji bo her demê cezayê sêdarê li Îranê rakin."

Kurd, Belûç û Efgan armanc in

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Îran cezayê sêdarê "bi awayekî keyfî ji bo tepeserkirina pêkhateyên Kurd, Efgan û Belûç" bi kar tîne. Herwiha hat ragihandin ku xebatkara alîkariya mirovî Pexşan Ezîzî û çalakvana siyasî Vîrişa Murdayî di zindanên Îranê de ne û metirsiya sêdaredanê li ser wan heye.

Li aliyekî din, Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, li ser bingeha heman raporê, amarek weşandiye û dibêje: "Ji destpêka îsal ve, Îranê 173 welatiyên Kurd, 118 welatiyên Belûç, 108 welatiyên Tirk û 64 welatiyên Efgan sêdarê dane."

Hengaw herwiha da zanîn ku di heman demê de 33 jin jî di zindanên Îranê de hatine sêdaredan, ku bi vê yekê Îran di warê sêdaredana jinan de li cîhanê rekora herî bilind tomar dike.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment