Meşhedanî: Ji bo yasaya Heşda Şeibî, Amerîkayê gefa Kampa Holê li me xwar

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Parlamentoya Iraqê Mehmûd Meşhedanî di hevpeyvîneke televîzyonî de, îdiayên giran derbarê zextên Amerîkayê yên li ser pêvajoya siyasî ya Iraqê anîn ziman. Meşhedanî ragihand, Amerîkayê ji bo rêgirtina li derxistina yasaya Heşda Şeibî gefên tund li serkirdeyên Iraqê xwarine.

Meşhedanî got: "Îsraîlê hewl da Iraqê bombebaran bike, lê Amerîkiyan nehişt." Herwiha da zanîn jî: "Amerîkiyan daxwaz kir ku yasaya Heşda Şeibî neyê pejirandin û ji bo vê yekê zext li serkirdeyên siyasî û olî yên Şîe kirin."

Serokê Parlamentoyê derbarê asta gefan de wiha axivî: "Amerîkiyan gefa rakirina parastina siyasî û ewlehiyê xwar, heta gihişt wê astê ku gefa Kampa Holê jî li me xwarin." Da zanîn jî, derfet hebû yasa were derxistin, lê "hêzên Şîe hatin razîkirin ku vî karî nekin."

Di beşeke din a axaftina xwe de, Meşhedanî got: "Dagirkeran ji bo xizmetkirina projeya Îsraîlê, Ereb li ser Şîe û Suneyan dabeş kirin" û got: "Partiyên îdeolojîk nikarin tiştekî pêşkêş bikin."

Meşhedanî tekez kir ku "Iraq nikare bigihîje aramiyê, heta ku ji welatê pêkhateyên, nebe welatê hemwelatîbûnê."

Derbarê rewşa rêveberiya welat de, Meşhedanî rexne girt û got, avakirina dewletê pisporî divê û diviyabû ji sala 2006'an ve dest pê bikira. Herwiha got: "%80 ji xelkê ji siyasetê aciz in."

Serokê Parlamentoya Iraqê herwiha destnîşan kir ku "kesên jêhatî û xwedan şiyan di nav wî 80%î de ne ku boykotê li dengdanê kirine."

 
 
Fly Erbil Advertisment