Mesrûr Barzanî û Şêx Nehro Kesnezanî tekezî li ser parastina mafên destûrî kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 29ê Cotmehê pêşwazî li Serokê Terîqeta Eliyeyî ya Qadirî Kesnezanî li Cîhanê, Şêx Nehro Şêx Mihemed Kesnezanî kir.

Di hevdîtinê de, nêrîn li ser rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê û pêşhat û guhartinên dawî yên li Iraqê hatin guhartin.

Herdu aliyan tekezî li ser girîngiya parastina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê kirin.

 
Fly Erbil Advertisment