Demîrtaş piştî biryara DMME: Yasaya biratiyê ji her tiştî girîngtir e
Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) serlêdana îtirazê ya Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê ya li dijî biryara binpêkirina mafan û berdana Hevserokê Giştî yê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş red kir. Bi vê redkirinê re, biryara DMME'yê ya derbarê binpêkirina mafên Demîrtaş de misoger bû.
Piştî misogerbûna biryarê, Selahattîn Demîrtaş li ser hejmara xwe ya tora civakî "X" peyamek belav kir û bal kişand ser girîngiya pêkvejiyanê.
Demîrtaş got, "Biryara DMME'yê bêguman girîng e û ji aliyê hiqûqî ve girêdêr e. Lê ne tenê ji bo me, ji bo 86 milyon welatiyên me jî 'yasaya biratiyê' ya di navbera me de ji her tiştî biqîmettir e. Yasaya biratiyê jî bi avêtina gavên civakî, aborî û hiqûqî yên ku dê jiyana me ya bi hev re ya bi wekhevî, azadî, edalet û aştiyê xurt bike, bihêz dibe."
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan jî derbarê biryarê de daxuyanî dan.
Tuncer Bakirhan got, "Daîreya Mezin a DMME'yê îtiraza desthilatdariyê ya li dijî biryara binpêkirinê ya derbarê Selahattîn Demîrtaş de red kir. Bi vî awayî biryar misoger bû. Normalîzebûna Tirkiyeyê û avakirina aştiya civakî, bi pabendbûna bi hiqûqê ve pêkan e. Êdî ti beramberiyeke wijdanî û siyasî ya domandina vê nehiqûqiyê nemaye."
Tulay Hatîmogullari jî wiha axivî: "DMME'yê bi biryara xwe ya îro, biryara derbarê hevrêyê me yê ezîz Selahattîn Demîrtaş de misoger kir. Bila daxwaza milyonan û pêwîstiya hiqûqê bê cih anîn!”
Hatîmogullari bang kir ku di serî de Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, hemû girtî bi berçavgirtina biryarên DMME'yê yên heta niha hatine dayîn, werin berdan.
Herwiha li ser hejmara fermî ya DEM Partiyê jî daxuyaniyek hat belavkirin û tê de hat gotin, "Divê di serî de Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, li gel berçavgirtina gelek biryarên DMME'yê yên heta niha hatine dayîn û biryara dawî ya misogerbûyî ya 8'ê Tîrmeha 2025'an, hevalên me bêyî ku dem bê windakirin werin berdan."
