Gotara Mesrûr Barzanî di nav ahenga Dihokê de

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirên Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 4ê Mijdara 2025ê) li Dihokê tevlî karnavala mezin a girseyî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bûn û her yek ji wan gotarek pêşkêş kir.

Ev jî gotara Mesrûr Barzanî ye:

Bi navê Xudayê Mezin û Dilovan

Cemawerî têkoşer û qehreman ê Dihok, Sêmel, Şêxan, Berdereş, Akrê, Amêdiyê û Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê

Qehremanên Behdînanê û keleha Kurdînî û partîniyê

Hûn hemî bi xêr hatin, li ser ser û ser çavan

Silavên Xudayê mezin li we hemîyan bin û ez silavên Lêvegerê Kurd û Kurdistanê, Cenabê Serok Barzanî, digihînim we. Ez gelek spasiya birayê xwe yê xweşevî Kekê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, dikim ji bo wan gotinên xweşik, ku bi rastî ew peyva PDKê û peyama PDKê ye û li şûna me tevan gihand we. Em hêvîdar in hûn hemî pêkve piştevabiya peyama PDKê ji bo biserxistina lîsta 275ê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê bikin. Em spasiya amadebûna we dikin, em spasiya piştgiriya we ya berdewam dikin, em spasiya wê baweriyê dikin a ku we daye me û hûn berdewam in da ku em bikarin di xizmeta we de bin.

Li ser navê we hemiyan, ez ji namzetên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dixwazim ku rabin ser pêyan û bila em hemî pêkve bi germî bixêrhatina namzetên PDK bikin, gelek bixêr bên.

Xûşk û birayên hêja:

Me gotar nînin ji ber ku bi rastî kiryarên me gotarên me ne. Ew karên ku me pêştir kirine şahidiyê li ser wê yekê didin ku, PDKê çawa kariye xizmeta xelkê Herêma Kurdistanê bike. Wekî ku birayê me yê xweşevî behs kir, hezar gotin gorî kiryarekê bin. Bi rastî kiryarên PDKê hind gelek in ku, em dikarin ji sibê heta êvarê ji we re behs bikin û hêşta jî bi dawî nayên.

Ez dixwazim bibêjim ka çima divê em tevlî vê gera hilbijartinan bibin û çima divê em dengê xwe bidin PDKê. Em li ser durêyanekê rawestiyane. Guhertin berdewam li ser asta navxweyî, herêmî û navneteweyî hene. Ji bo parastin û baştirkirina ezmûna Herêma Kurdistanê, divê em li Bexdayê bihêz bin û me tevlîbûneka çalak di parlementoya Iraqê de hebe. Gelek aliyan, hem li ser asta navxweyî û hem jî li ser asta federal, bizav kirine ku nehêlin Herêma Kurdistanê bigihîje armancên xwe, lê bi spas ji Xudê û piştgiriya we re, em li ser pêşkeftinê berdewam bûn û em nesekinîn. Gelek kes li dijî PDKê axivîne û neheqî kirine, bêbextî li me kirine û tiştên nerast gotine, pêdivî nake em li vê derê bersiva wan bidin, ji ber ku bersiva nezanan bêdengî ye.

Cemawerî qehreman ê devera Behdînanê:

Li ser adta navxweyî gelek bizav hat kirin ku, destkeftiyên me rawestînin, lê li vê derê nekarîn ji ber ku îro PDK yekane partî ye ku li ser asta Kurdistanê tu hevrikek nemaye, ji ber vê yekê wan bizav kir ku bi rêyên din û çêkirina hevpeymaniyan bi dijminên Kurdistanê re gelek zextê li Herêma Kurdistanê û bi taybetî jî PDKê bikin, ji ber ku wan her gav li wê bawerê bûn ku serkeftina PDKê serkeftina Kurdistanê ye û rê li ber serkeftina PDKê digirin. Hemiyan plan kirin da ku rê li ber serkeftina Kurdistanê bigirin, lê dîsa bi piştgiriya we û piştgiriya Xudê, planên wan têk çûn û Kurdistan roj bi roj ber bi serkeftinên mezintir ve çû. Em li wê bawerê ne ku, bi piştgirî û baweriya we ya bi PDKê, em dê serkeftinên mezintir jî bi dest bixin.

Gelek kes niha dibêjin dengê xwe bidin me ji ber ku em hêza we û dengê we ne, lê li cihê ku PDK lê nebû, me dît ku tu kesek xwedî hêz nebû, tu kesek xwedî deng nebû, tu kesek jî ne amade bû ku xwe ji bo Kurdistanê feda bike. Tenê li wî cihê ku PDK lê ye, berevanî ji Kurdistan tê kirin. Ew cihê ku PDK lê ye, aştî, tenahî û avedanî lê heye.

Gelek aliyan bizav kir ku bi PDKê re hevrikiyê bikin û qanûnê biguherînin, kotaya xûşk û birayên me yên Xiristiyan û Tirkmen biguherînin û kêm bikin. Mixabin, me dît ku di hilbijartinên borî de, li Kurdistanê Xiristiyan û Tirkmen pir kêm bûn. Yên mayî ji ber PDKê man, ji ber ku PDKê israr kir ku divê mafên xûşk birayên me yên Xiristiyan û Tirkmen bên parastin. PDKê bawerî bi pêkvejiyana ol û neteweyan heye, PDKê bawerî bi aştî û aramiyê heye, PDK ji bo mafên hemî neteweyan xebatê dike, ne tenê ji bo mafên Kurdan, ne tenê ji bo mafên neteweyên ku niha li Kurdistanê dijîn. Di şûna wê de, lê vê carê biryara PDKê bi rênimayên cenabê Serokê me ew e ku mafên hemî gelên blindest biparêze, hemî kesên ku ji Iraqê penaya xwe aniye ber Kurdistanê û daxwaz dikin ku Kurdistan mafên wan jî biparêze. Ji ber vê yekê, vê carê namzetên me li parlementoya Iraqê divê mafên hemî Iraqiyan biparêzin.

Li ser asta Bexdayê wan gelek zext li ser Herêma Kurdistanê kir, zexta aborî li ser me çê kir, budçeya Herêma Kurdistanê qut kir, petrola me rawestandin, bizav kir ku demografî û erdnîgariya Kurdistanê biguherînin, dadgeh li dijî me bikar anîn, êrîşên bi dronan li dijî Herêma Kurdistanê bi kar anîn. Ji bo ku em nehêlin siyaseta dijatîkirina Herêma Kurdistanê berdewam be, divê em bi xwe li Bexdayê bin, li navenda biryardanê da ku tu kesekê din li şûna me biryarê bide, xelkekê din li şûna me be û li ser çarenivîsa Herêma Kurdistanê planan bike û rê li ber bidestxistina mafên Kurdistanê bigire. Hebûna PDKê di parlementoya Bexdayê de dê van hemî planan têk bibe û dê Kurdistanê bike mînakek ji bo pêkvejiyan û pêşketinê li Rojhilata Navîn.

Ji bo ku Kurdistan bê parastin, divê PDK bihêz be, divê PDK parastî be. Seneda parastina PDKê xelkê dilsoz û qefadar ê rêbaza Barzanî û PDKê ye.

Xûşk û birayên hêja:

Ez dizanim ku xelkê devera Behdînanê bi giştî mexdûr bûye, wekî pêdivî xizmeta xelkê me nehatiye kirin, dijminên me her tim rê li ber hemî mafên darayî yên xelkê Kurdistanê girtine ku wekî xwe bên bicîhanîn. Lê me guhdariya we kir, me guhdariya giliyên we kir û me hemî li ber çavan wergirtin. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji destpêkê heta îro kevirê bingehîn ê avedaniyê Kurdistanê danî. Em berdewam xizmetan pêşkêş dikin û em dê berdewam bin ku hemî mafên we bi dest bixin û zêdetir xizmetan pêşkêşî we bikin.

Şerê li dijî DAIŞê hat kirin, şer li dijî dijminên ku dixwestin Kurdistanê dagir bikin hat kirin, qurbanîdanên Pêşmergeyan, xebat û westiyana we nayê jibîrkirin. Ez li vê derê ji we hemiyan dixwazim ku, em serê rêzê ji bo malbatên serbilind ên şehîdan biçemînin û spasiyeka germ pêşkêşî Pêşmergeyên qehreman û hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê bikin.

Heta niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek bername pêşkêşî we kirine. Me qet xizmetkirina we wekî minetek nedîtiye û me her gav ew wekî erkê xwe dîtiye. Erka me xizmetkirina gelê Kurdistanê bûye. Me gelek bername hebûn da ku aboriya Kurdistanê berfireh bikin û em tenê bi tiştekî ve girêdayî nebin. Xebata ku ji bo baştirkirina jêrxaneya aborî ya Kurdistanê hatiye kirin eşkere ye. Cotkarên me êdî neçar nînin ku berhemên xwe biavêjin. Spas ji Xudê re, berhemên cotkarên Kurd niha li Herêma Kurdistanê tên firotin. Em dibînin ku festîval li hemî bajarên Kurdistanê tên kirin û deriyê hinardekirina berhemên navxweyî ji bo welatên derve jî hatiye vekirin.

Projeya Ronakiyê yek ji wan projeyan e ku gelek kesan wekî xewnek dihesiband, lê bi xweragiriya gelê me, îradeya PDKê, bêhnfirehiya we, westiyana we û piştgiriya we, bi zehmet û xebata ciwanên PDKê, projeya Ronakiyê bû rastî û îro bajarê Dihokê û gelek bajarên din xwedî elektrîka 24 saetî ne û hêviya me ew e ku sala bê îşela tevahiya Kurdistanê dê bibe xwediya elektrîka24 saetî.

Gelek projeyên avê hatine çêkirin, gelek bendav hatine çêkirin, û em dê li ser avakirina bendavan û behêlana krîza avê li hemî parêzgehên Kurdistanê berdewam bin.

Sektora pîşesaziyê yek ji wan sektoran e ku ji bo me pir girîng e ku em bêtir bala xwe bidinê û di bernameya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye ku em zêdetir bala xwe bidinê sektora pîşesaziyê ji ber ku ew ji bo xelkê Kurdistanê zêdetir derfetên kar peyda dike.

Gelek cihên balkêş di geştiyariya Kurdistanê de hene. Di bernameya hikûmetê de ye ku, bala xwe bide şûnwarên Kurdistanê yên ku ji bo geştiyariyê tên bikaranîn. Heta niha, hûn dikarin bibînin ku gelek proje li Kurdistanê bêyî cudahî hatine çêkirin. Bê guman, Behdînan devereka pir xweş û balkêş e û em li vê deverê zêdetir girîngiyê didin sektora çandiniyê.

Rê û pir, niha heke hûn Herêma Kurdistanê bidin ber dever û parên din ên Iraqê, hûn dê bibînin ku Herêma Kurdistanê gelek pêş keftiye û ev proje dê berdewam bin da ku hêsankarî ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê bên kirin, hêsankarî ji bo hatin û çûn û ewlehiya welatiyan bên kirin, dîsa jî, çend ji van projeyan hatine çêkirin, hindî dî din di rê de ne û dê berdewam bin.

Projeya Hejmara Min yek ji projeyên herî girîng e ku jêrxaneya aborî çê bike û derî ji bo ciwanên me veke, da ku bibin xwediyên karweriyên xwe an jî dikarin deynên bankê bistînin û zêdetir feydeyî ji wê xizmetkariyê werbigirin a ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di pergala bankê de pêşkêşî welatiyan dike.

Hêviya me ew e ku ew bername û xizmetên ku tên pêşkêşkirin bi piştgiriya we berdewam bin. Niha jî ez hêvî dikim ku hûn baweriya xwe bi me bînin, ew baweriya ku we daye me, em bikarin wê baweriyê biparêzin û di xizmeta we de bin. Niha jî ez ji we dixwazim, heke hûn dîsa baweriya xwe bidin me, ez dibêjim kiryarên me şahidên wê yekê ne ku em jî dikarin li ser xizmetkirina we berdewam bin.

PDKê di dema borî de gelek qurbanî dane. PDKê niha gelek destkeftî hene û ji bo paşerojê gelek bernameyên din hene da ku jiyana gelê me baştir bike û Kurdistana me xurt bike. Lê ji bo ku em ber bi paşerojê ve, ber bi paşerojeka geştir ve biçin, divê em bi hev re biçin. PDK ji we cuda nîne. PDK parek ji we ye û hûn hêza PDKê ne. Ger hûn dixwazin Kurdistan roj bi roj pêşde biçe, serketîtir be, dengê xwe bidin PDKê da ku PDK bi ser bikeve û hûn bi ser bikevin û lîsta PDKê vê carê di parlementoyê de bi ser bikeve, dê garantî bike ku PDK dê zêdetir xizmeta xelkê Kurdistanê bike.

PDK herdem bi hêz û enerjiya ciwanan, werzişvanan û hunermendan re bûye. Ev yarîgeh yarîgehek e ku ciwanên me gelek serkeftin lê bi dest xistine. Em wekî PDK û wekî hikûmet dê piştgiriya werziş û werzişvanan bidomînin da ku serê Kurd û Kurdistanê li cîhanê bilind bikin. Ciwanên me dixwazin hem di sektora giştî û hem jî di sektora taybetî de bên xebitandin. Ji bo ku di sektora giştî de bên xebitandin, divê qanûnên hikûmeta federal bên guhertin û astengiyên ku rêyê li ber damezrandina xelkê Kurdistanê digirin. Ev erkê namzetên PDKê li Parlamentoya Iraqê ye, ku wesa bikin ku bi çavekê wekhev temaşayî hemî xelkê Iraqê bê kirin û xelkê Kurdistanê jî feydeyî ji damezrandinê werbigirin û yên ku divê di sektora giştî de bên wergirtin, divê rê hebe ku bên damezrandin. Lê di eynî demê de PDK nesekiniye. Me girîngiyeka mezin daye sektora taybetî ji ber ku di sektora taybetî de gelek derfet hene. Daxwaza me ji ciwanên me, ji xûşk û birayên me ew e ku amade bin û ji bo avedankirina welatê xwe bixebitin. Tu kesek welatê me avedan nake, em bi xwe nebin. Tu kesek piştgiriyê nade me, heke em bi xwe xurt nebin. Ji ber vê yekê, hêza Kurdistanê di hêza PDKê de ye. Hêza PDKê di we de ye. Ger hûn bihêz bin, ger hûn biserkevin, PDK dê biserkeve û Kurdistan dê biserkeve.

Li dawiyê, ez dê çend peyvan pêşkêşî we bikim:

Pêşmergêt vî welatî … Serbilind în em Partî ne

Fire netewe û ayîn … Pêkve Kurdistanî ne

Elhûyêt çiyayêt bilind … Şêrêt dol û nehala

Cangoriyêt gelê xo … Me bilind rakir ala

Ji bo ku alaya PDK û Kurdistanê her bilind û bilindtir be, dengê xwe bidin Lîsta 275ê, dengê xwe bidin lîsta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK). Her sax û serkeftî bin, Kurdistan her avedan be, serkeftin ji bo PDKê, serkeftin ji bo Partiya Demokrat a Kurdistanê, serkeftin ji bo Kurdistanê, Kurdistan avedan be. Ez gelek spasiya we hemiyan dikim, gelek spas.

 

 
 
 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment