Celal Firat: Divê Demîrtaş, Yuksekdag û hevalên dîl demildest bên berdan
Enqere (K24) – Di qada siyaseta Tirkiyeyê de du mijarên girîng tên nîqaşkirin. Gelo dê komisyon biçe Îmraliyê? Gelo piştî biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê dê Hevserokê Giştî yê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş bê azadkirin? DEM Partî di 9emîn salvegera Doza Kobaniyê de li pêş girtîgehan daxuyanî dan û bang li hikumetê kirin ku madem pêvajoyek heye û demokratîkbûn tê nîqaşkirin, Doza Kobaniyê jî xaleke destpêkê ya vê pêvajoyê ye.
Piştî biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê (AÎHM) a derbarê Hevserokê Giştî yê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş de îhtimala azadkirina Demirtaş mijara sereke ya rojevê ye. Di 9emîn salvegera Doza Kobaniyê de jî Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari li girtîgeha Edîrneyê serdana Selahattîn Demîrtaş kir. Parlamentera DEM Partî Meral Daniş Beştaş jî li Girtîgeha Kandirayê serdana Hevseroka Giştî ya berê a HDPê Fîgen Yuksekdag kir. Di heman demê şandeyeke DEM Partî jî li pêş Girtîgeha Sîncanê a Enqereyê bang li hikumetê kirin ku eger deriyê pêvajoyeke nû were vekirin, wê demê Doza Komployê a Kobaniyê xaleke destpêkê ye.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê û Endamê Komisyonê Celal Firat ji K24ê re got: “Divê êdî bi lez têgeha edaletê were cîh. Biryarên AÎHMê mecbûrî ne ku lazim e li gorî wê tevbigerin. Komara Tirkiyeyê çi Wezîrê Dadê çi jî rayêdarên desthilatê her hiqûqê weke çavkanî nîşan didin. Hiqûqê jî got êdî vê ecêbiyê bi dawî bîne. Divê serokên me Fîgen Yuksekdag,Selehattîn Demîrtaş û hemû hevalên me dîl çirkeyêkê jî di hundir de nemînin. Tirkiye mecbûr e ku şertên vê pêvajoya demokratîkbûnê ku nîqaşkirin bicîh bîne.”
Serokê MHPê Dewlet Bahçelî ragihadibû ‘Berdana Demîrtaş dê bibe wesîleya xêran’. Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî derbarê mijarê de got, "Dadwerî di vê mijarê de çi bibêje em dê li gorî wê tevbigerin. Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç jî diyar kir eger biryara AÎHMê bigihe Daîreya 22yemîn a Ceza ya Dadgeha Edliyeyê ya Herêma Enqereyê dê dadgeh nirxandinê bike.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onur Duşunmez dibêje: “AÎHMê biryar da ku ev doza Kobaniyê ne dozeke hiqûqî ye dozeke siyasî ye, biryar jî siyasî ye, divê demildest ev doz ji holê rabe. Ew biryar cara sêyemîn e ku AÎHM dide lê hûn dizanin Erdogan gotibû emê jî hemleyeke cuda bikin û pêşiya wê bigrin. Lê biryara ku niha hate dayîn ji bo her deverê derbasdar e. Em jî dibêjin divê siyaset demildest misyona xwe bilîze û biryara xwe bide.”
Selahattîn Demîrtaş ji 4ê Mijdara 2016an ve li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye. AÎHMê di 20ê Mijdara 2018an, 22ê Berfanbara 2020an û 8ê Tirmeha 2025an biryar da bû mafê Demîrtaş hatiye binpêkirin û divê bê azadkirin. Bi redkirina sêrlêdana îtîraza Wezareta Dadê ya 7ê Cotmehê re jî biryara binpêkirinê ya derbarê Demîrtaş de misoger bû.
