Welatiyên Yarsanî li Kirmaşanê bi hêza xwe pirtûkxaneyek ji bo zarokan vekir
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Komelgeha Deredrêj a bajarê Kirmaşanê, ku piraniya niştecihên wê peyrewên ola Yarsan in, welatiyan ji ber kêmasiya xizmetguzariyan bi hewldanên xwe pirtûkxaneyek ji bo zarokan ava kir. Ev pêngav wek hewldaneke ji bo dagirtina valahiya çandî û civakî ya ku ji aliyê berpirsan ve hatiye piştguhxistin, tê dîtin.
Yasîn Mewlayî, yek ji welatiyan, ji Kurdistan24'ê re got: "Me bi damezrandina vê pirtûkxaneyê xwest ew valahiya çandî û civakî ya ku berpirsan piştguh xistiye, dagirin."
Çalakvanên çandî û sivîl ên taxê bi rêya medyaya civakî daxwaza alîkariyê ji xelkê kirin û bi vî awayî heft hezar berg pirtûk kom kirin. Zêdetirî 500 berg ji van pirtûkan Kurdî ne û piraniya wan li ser çand û dîroka Kurdistanê û Kurdan in.
Welatî Mucteba Weysî jî dibêje: "Ev pirtûkxane ji bo vejandina çand û kevneşopiyên herêmê û zêdekirina zanîn û asta rewşenbîriya xelkê gelek girîng e."
Li vê pirtûkxaneyê, ji bilî handana zarokan ji bo xwendina pirtûkan, bernameyên hînkirina amûra tembûrê wek amûreke resen a muzîka Kurdî, kursên fêrkirina zimanê Îngilîzî û bernameyên din jî tên lidarxistin.
Siyamek Necefî, yek ji mamosteyên dilxwaz ên pirtûkxaneyê, dibêje: "Perwerdeya zarokan girîng e, û vê taxê jî taybetmendiyên xwe hene. Pirtûkxaneya me navendek e ji bo naskirina zarokan bi dîrok, ziman û çanda xwe. Em li vir bingeheke xurt ji bo paşeroja zarokên xwe datînin."
Ola Yarsan, yek ji olên kevnar ên Kurdewariyê ye ku peyrewên wê wek 'Ehl-e Heq' û 'Kakeyî' jî tên naskirin. Ew li herêmên cuda yên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, di nav de Kirmaşan, Helebce, Kerkûk û di navbera Hewlêr û Mûsilê de dijîn û xwedî çand û kevneşopiyên xwe yên olî ne.
