Hatîmogullarî: Divê Demîrtaş were berdan û komîsyon bi Ocalan re hevdîtinê bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullarî ragihand, Tirkiye neçar e Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag azad bike. Hatîmogullarî herwiha tekez kir ku eger Komîsyona Prosesa Aştiyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê neke, proses bi ser nakeve û pêş de naçe.

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullarî îro 8ê Mijdarê di axaftina xwe ya ji bo ajansa “Mezopotamyayê” de, bal kişand ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û got: "Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê cara sêyem e biryara azadkirina Selahattîn Demîrtaş dide, lê ev biryar hîn jî nehatiye cîbicîkirin."

Wê destnîşan kir, diviyabû heta niha ne tenê Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, lê hemû girtiyên Doza Kobanê hatibana azadkirin. Hevseroka DEM Partiyê herwiha anî ziman ku li girtîgehên Tirkiyeyê kesên 32-33 sal in di zindanê de ne hene, lê bi hincetên cuda nayên berdan.

"Bêyî hevdîtina bi Ocalan re, prose bipêş nakeve"

Derbarê prosesa aştiyê û rola Abdullah Ocalan de, Hatîmogullarî got, egera hevdîtina Komîsyona Proseya Aştiyê bi Ocalan re zêde bûye û ev yek ji bo serkeftina proseyê şertekî bingehîn e.

Hatîmogullarî wiha axivî: "Birêz Ocalan di anîna proseyê heta vê qonaxê de roleke pir girîng û mîsyoneke mezin girtiye ser xwe. Ew lîderek e ku gelan di çareseriya pirsgirêka Kurd de weke aktorê sereke dibînin. Her kes dizane ku bêyî hevdîtina bi wî re, di vê prosesê de pêşveçûn çênabe. Ji ber vê yekê, rêxistina wî, gelên Tirk û Kurd û hêzên demokrasiyê daxwaza vê hevdîtinê dikin. Em bawer dikin ku eger hevdîtin pêk were, Birêz Ocalan dê tevkariyên gelek girîng pêşkêşî vê prosesê bike."

 

 
Fly Erbil Advertisment